​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Sûriyê rojeva rojnameyên erebî bû

Rojnameyên erebî yên hefteya borî têkildarî bertekên welatên rojavayî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Sûriyê, têkiliyên Misir-Tirkiyê û hilbijartinên Lîbyayê nivîsandin.

​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Sûriyê rojeva rojnameyên erebî bû
27 mijdar, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DER BARÊ OPERASYONÊN TIRKIYÊ DE HELWESTA ROJAVA Û RÛSYAYÊ NERM E’

Rojnameyên Şerq El Ewsat têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê analîzek weşand. Di analîzê de tê gotin: "Çavkaniyên ewropî diyar dikin ku serokê Tirkiyê bûyera li Stenbolê rû daye ji bo pêkanîna plana xwe ya kevn bi kar tîne. Anku herêmeke bi firehiya 30 kîlometreyî li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ava bike ku bi piranî Kurd lê dijîn. Lê redkirina vê planê ji aliyê Amerîkayê, hêzên rojavayî û Rûsyayê ve bi giştî heta roja îro nehişt ku ev plan pêk were. Li gorî van çavkaniyan, diyar e ku ev rewş ji du aliyan ve hat guhertin. Yek; girêdayî êrişê bi xwe ye. Anku hincet ji serokê Tirkiyê re peyda bû da ku operasyoneke leşkerî bi hinceta şerê li dijî terorê û parastina gelê Tirk pêk bîne. Ya din; pêwîstiya rojavayîan îro ji demên berê bêtir bi Tirkiyê heye.

Li gorî van çavkaniyan heta roja îro bertekên li hemberî êrişên hewayî ne zelal in. Her du aliyên herî bibandor li Tirkiyê anku DYA û Rûsya li hemberî Enqereyê nerm nêzîk dibin û tu duxuyaniyên şermezarkirinê nedane. Ev yek ji bo helwesta Ewropayê jî derbasdar e. Helwestên ferdî hebûn, lê ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve çi komserî be, an serokatiya yekitiyê be an jî berpirsê siyaseta derve û ewlehiyê, tu helwest derneketin.

Rast e ku Moskov li ser zimanê nûnerê taybet ê Sûriyê Alexander Lavrentiev û piştre jî berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, hişyarî li ser bêîstiqrariyê li bakurê Sûriyê da û banga xweragirtin û dûrketina ji zêdekirina aloziyan û bikaranîna hêza zêde kir. Lê di heman demê de fikarên Tirkiyê yên girêdayî ewlehiya wê fehm kir.

Washingtonêjî ʹfikarên xwe yên giranʹ der barê operasyonên leşkerî û bandorên wê li ser îstiqrarê û şerê li dijî DAIŞʹê diyar kirin. Her wiha teqez kir ku li dijî kiryarên leşkerî yên bêkoordîne ye.

Helwestên ewropayiyan jî ji hev cuda bûn. Hinekan fikarên xwe anîn ziman û hinek din jî banga xweragirtinê kir. Kesek fêm nake ew pîvanên helwestan çi ne; gelo girêdayî hejmara kuştiyan, yan jî çekên hatine bikaranîn, yan jî cureyên êrişan e. Lê dibêjin ew kiryarên Tirkiyê fêm dikin lê li gorî pîvanên diyar.

Çavkaniyên navborî dibêjin Erdogan îro ji bo Rûsyayê û rojava bûye pêwîstiyek. Anku serok Pûtîn bi qasî hewcedariya wî ya bi Biden hewcedariya wî bi Erdogan heye. Şîroveya vê yekê jî ew e ku serokê Tirk dizane çawa sûdê ji şerê Rûsyayê bigire da ku piştre siyaseteke hevseng bimeşîne û rêyên xwe li pêşiya herî kesî vekirî hişt. Ji wê zêdetir rolek di peymana derxistina genimê Ukraynayê de list. Her wiha di pêkanîna peymanê birêxistinkirina derî û tengavên deryayî de bê teredud bû. Lê li beramberî wê cezayên li ser Rûsyayê bi cih neanîn û bû navbeynkar, bi taybet piştî ku herdu navbeynkar (Fransa û Almanya) paşde vegeriyan. Rojavayî jî di nêzîkatiyên xwe yên bi Erdogan re xwe destgirêdayî dibînin û helwesta wan a li hemberî êrişên leşkerî yên hewayî sîst in.”

‘EL SÎSÎ Û ERDOGAN DEST DIDIN HEV LÊ HER YEK BI DERDÊ XWE MIJÛL E’

Rojnameya El Ereb jî girêdayî têkiliyên Misir û Tirkiyê nivîsî: "Mirov nikare civîna serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a ku li merasîma vekirina Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan a li Qeterê pêk anîbûn, wekî lihevkirinekê wesif bike. Li aliyekê ew hevdîtineke tesadufî di boneyeke giştî de bû û li aliyê din tu nîşane nîn e ku bêje rûpela nakokiyan a di têkiliyên her du welatan de hat girtin.

Di axaftinên Tirk û misiriyan ên li ser hevdîtinê de tu nîşane tune bûn ku bêje yek ji van aliyan dê tawîzan bide yan dê helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin, an jî dê li ser zemîna diyalokeke eşkere li hev bikin.

Axaftinên Tirk û misiriyan sist û meyla giştî bû. Ev yek nîşan dide ku hewldanên wan ên lihevhatinê tune ne. Ji wê zêdetir her yek ji wan bi derdên xwe ve mijûl e û hemû axaftinên li ser xetên dîplomasî û îstîxbaratî yên vekirî yê di navbera her du welatan de ne zelal bûn an jî zû ye ku werin eşkerekirin.

Berdevkê serokatiya Misirê balyoz Besam Radî roja duşemê di daxuyaniyekê de ragihand, li ser vê yekê lihevkirin çêbû ku hevdîtina di navbera El Sîsî û Erdogan de destpêka pêşxistina têkiliyên her du aliyan be.

Erdogan têkildarî daxuyaniya serokatiya Misirê wekî gava yekemîn a ber bi normalîzekirina têkiliyan ve bi nav kir."

‘PARÇEBÛNA LI LÎBYAYÊ HILBIJARTIN Û ÇARESERIYA SIYASÎ DÛR DIXE’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Çavkaniyên lîbyayî diyar kir ku tu nîşaneyeke îmkana gihaştina lihevkirineke bihêz di demeke kurt de ku bikare rê li ber hilbijartinên parlamentoyê û yên serokatiyê veke, tune ye da ku  welat ber bi aramiyê ve bibe û derî li yekkirina saziyan veke.

Ji ber gelek nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên lîbyayî de, li gel hebûna 2 hikumetan li welat, zêdebûna parçebûna saziyan, ji wê zêdetir hewldanên dewletên rojava yên parçekirina welat ku piştgiriyê didin fikra avakirina hikumeta nû û pêkanîna hilbijartinên serokatiyê li ser her sê herêmên li welat, ev hemû rê li ber parçebûna Lîbyayê vedike.

Salvegera yekemîn a hilbijartinên Lîbyayê yên taloqkirî nêzîk dibe û hîn zêdetir tê taloqkirin. Ev yek welat bi bêîstiqrariyê û xetereya parçebûnê re rû bi rû dihêle. Çavkaniyan diyar kir ku derfetên pêkanîna hilbijartinên serokatiyê dûr in û sedema paşxistina hilbijartinan dispêrin destwerdanên dewletan.

Ruxmî hemû hewldanên navneteweyî yên xuyakirî, lê tevgerên veşartî hene ku welat ber bi alozî û dirêjkirina temenê wê ve dibe. Li aliyekî din em dibînin parlamento piştgiriyê dide mafên hemû gelê Lîbyayê ku beşdarî hilbijartinan bibe, di heman demê de Meclisa Dewletê namzetiya wan red dike, ji ber ku nakokiyeke eşkere di navbera parlamento û Meclisa Dewletê de li ser çend xalên bingehîn ên destûrî heye, nakokiya herî girîng li ser benda beşdarbûna leşkeran û kesên xwedî 2 nasname di hilbijartinan de ye.

Çavdêr dibêjin ya ku bûye, hewldaneke pêşîn ji aliyê hin kesan ve ye da ku hewldanên pêkanîna lihevkirineke nû di navbera parlamento û Meclisa Dewletê de têk bibin, hikumeta El Wehda hilweşe û welat ber bi avakirina hikumeta sêyemîn ve biçe. Her kes dizane ku avakirina desthilateke din a rêveber dê aloziyên siyasî ya li welat çareser neke.”

(cx)