Êrişên dewleta Tirk li Bexdayê hatin şermezarkirin

Tevgera Cemawerî ya Iraqê li ber derê Dadgeha Kerx çalakiyek lidarxist û bang li Hikumeta Iraqê kir da ku dijî binpêkirinên dewleta Tirk, Îran û hebûna hêzên Emerîka ya li ser xaka Iraqê, gilî bike.

Êrişên dewleta Tirk li Bexdayê hatin şermezarkirin
27 mijdar, 2022   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Li Bexdayê li ber derê Dadgeha Kerx çalakiyek dijî êrişan hate lidarxistin.

Alîgirên Tevgera Cemawerî ya Iraqê li ber derê Dadgeha Kerx ya li Bexdayê kombûn. Çalakvanan bang li hikumeta Iraqê kirin da ku dijî binpêkirinên dewleta Tirk û Îran yên ser xaka Iraqê û hebûna hêzên Emerîka, gilî bike.