Gerîla lê da: 17 dagirker hatin cezakirin û 10 çeper hatin rûxandin

Di Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya ku li Qada Berxwedanê Girê Cûdî li dijî artêşa Tirk a dagirker hat lidarxistin de, 17 dagirker hatin cezakirin û 10 çeper hatin rûxandin.

Gerîla lê da: 17 dagirker hatin cezakirin û 10 çeper hatin rûxandin
26 mijdar, 2022   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Çavkaniyên HPG’ê ragihand ku Hêzên Azadiya Kurd li Qada Berxwedanê Girê Cûdî ya li rojavayê Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeran, Operasyona Tolhildana Şoreşgerî li dar xist; di encama operasyonê de 17 dagirker hatin cezakirin û 10 çeper jî hatin rûxandin.