​​​​​​​Evîn Cuma: Heke êriş neyên rawestandin dê karesateke mirovî rû bide

Endama rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma got êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina welatiyan, binesazî û saziyên xizmetguzariyê, sûcên şer in. Evîn hişyarî da ku heke ev êriş neyên sekinandin, dê karesateke mirovî li herêmê rû bide.

​​​​​​​Evîn Cuma: Heke êriş neyên rawestandin dê karesateke mirovî rû bide
26 mijdar, 2022   23:46
QAMIŞLO – XALID ETÊ

Ji 19'ê Mijdarê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker didomin. Di encamê de li dijî gelê herêmê komkujî pêk hatin, her wiha navendên tenduristiyê, cihên xizmetguzariyê û dibistan jî kirin hedef.

Têkildarî mijarê, endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî peyman û qanûnên navneteweyî sûcên şer in.

‘DEWLETA TIRK SÛCÊN ŞER DIKE’

Evîn Cuma ji ajansa me re wiha got: "Êrişên dewleta Tirk welatiyan, navendên jiyanî, binesazî û xizmetguzariyê yên li herêmên dike hedef. Nexweşxane û navendên enerjiyê jî dibin hedef. Ev yek jî bû sedem ku ji xizmetê derkevin, kehrebe û gaz jî ji ser herêmê qut bibe. Bê guman, ev êriş li gorî peyman û qanûnên navneteweyî, sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan tên hesibandin. Ji ber ku welatiyan dike hedef û hemû rêyên jiyanê li ser wan qut dike.”

Evîn da zanîn ku dewleta Tirk a dagiker bi hedefgirtina embarên genim û qutkirina avê, hewl dide welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç bike.

‘DIVÊ DEWLETA TIRK LI DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ BÊ DARIZANDIN’

Der barê rola Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya ji bo şopandina sûcên dewleta Tirk de Evînê wiha got: "Em bi rêya hiqûqnas, parêzer û çalakvanên ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, bi awayekî domdar çavdêriya van tawan û êrişan dikin û wan belge dikin. Ji bo her bûyer û êrişekê, dosyayek taybet tê amadekirin, li gorî wê jî rapor ji rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî re tên şandin da ku rastiya van tawanan ji raya giştî re bê ragihandin û dewleta Tirk ji ber sûcên xwe bê darizandin.”

Evîn Cuma bêdengiya hêzên navneteweyî renxe kir û got ruxmî ku ev sûc ji aliyê gelek saziyên çapemeniyê, çalakvan û hiqûqnasan ve hatine belgekirin jî, lê belê ev bêdengî didome. Evîn her wiha got ev bêdengî jî yek ji wan sedeman e ku dewleta Tirk a dagirker di sûcên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne.

Li ser çawaniya darizandina dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Evîn Cuma got: "Ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û darizandina wê li dadgehên navneteweyî, divê zexta navneteweyî bê kirin."

Her wiha Evîn Cuma bang li aliyên berpirsyar û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku van êrişan rawestîne û hişyarî da ku heke ev êriş neyên sekinandin dê li herêmê karesateke mirovî rû bide.

(hs)

ANHA