​​​​​​​Şêniyên Holê: Hedefgirtina kampê Holê dê felaketê bîne serê cîhanê

Welatiyên ji navçeya Holê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina kampa Holê, rastiya têkiliya xwe û DAIŞ`ê eşkere kir û diyar kir ku heke çete birevin dê felaketekê bînin serê cîhanê.

​​​​​​​Şêniyên Holê: Hedefgirtina kampê Holê dê felaketê bîne serê cîhanê
27 mijdar, 2022   00:39
HESEKÊ - HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker di 23`yê Mijdarê de, kampa Hol a li başûrê rojhilatê kantona Hesekê topbaran kir ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê ne. Di encamê de komeke çeteyan ji kampê reviya.

Têkildarî wê êrişê welatiyên navçeya Holê nerazîbûnên xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dan.

/kr/uploads/files/2022/11/26/185249_-_2.webp

Welatiyê bi navê Ehmed El Hisên got: “Tu qanûn li cîhanê êriş û komkujiyên ku Erdoganê faşîst li dijî gelê me pêk tîne û heta bikaranîna çekên kîmyewî, qebûl nakin.”

El Hisên destnîşan kir ku dê li hember van êrişan li rex Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ber xwe bidin.

El Hisên di dawiyê de got: “Dewleta Tirk kampa Holê topbaran kir. Ev rê dide ku çeteyên DAIŞ`ê ji herêmê birevin û ewlehiya herêmê têk dibe.”

/kr/uploads/files/2022/11/26/185337_-.webp

Welatiyê bi navê Latîf Mihemed jî got: “Em ji tiştekî natirsin. Ne ji êrişên dewleta Tirk ne jî çeteyên wê û şaneyên DAIŞ`ê. Em dê li hember van êrişan li ber xwe bidin heta dagirkeriyê bi dawî bikin û serkeftinê pêk bînin.”

/kr/uploads/files/2022/11/26/185305_-.webp

Der barê hedefgirtina kampa Holê de ji aliyê dewleta Tirk ve, welatiya bi navê Emîre Xelef wiha anî ziman: “Li kampa Holê bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene. Li cîhanê ev kampa herî xeternak e. Ev êriş dê felaketekê bîne serê cîhanê.”

/kr/uploads/files/2022/11/26/185322_-_1.webp

Welatiyê bi navê Emar El Mûsa jî got: “Êrişa dewleta Tirk di vê pêvajoyê de li dijî kampa herî xeternak li cîhanê, destnîşan dike ku ew alîgirê herî mezin ê DAIŞ`ê ye. Bi rêya revandina çeteyan ji kampê, dixwaze tevliheviyê derxe, ewlehiya herêmê têk bibe.”

Di dawiyê de El Mûsa wiha axivî: “Ev êriş me zeîf nakin û heta serkeftinê em dê li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA