​​​​​​​Li Madridê 26′emîn Kongreya Enternasyonala Sosyalîst dest pê kir

Li paytexta Spaniya, Madridê, bi beşdariya zêdetirî 120 partiyan ji nav jî PYD′ê, 26′emîn Kongreya Enternasyonala Sosyalîst li dar ket.

​​​​​​​Li Madridê 26′emîn Kongreya Enternasyonala Sosyalîst dest pê kir
26 mijdar, 2022   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Spanya Madridê zêdetirî 120 partiyên li seranserî cîhanê, ji nav jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), rêxistina YE′yê û gelek serokên dewletan di 26′emîn Kongreya Enternasyonala Sosyalîst de beşdar bûn.

Di kongreyê de ku duh li Madridê li dar ketiye û wê sibe bi dawî bibe, li ser navê PYd′ê hevseroka partiyê Asya Ebdullah, nûnerên partiyê yên li Belkanê Dr.Îbrahîm Muslim amade bûn.

Di kongreyê de, Asya axivî û wiha got: "Em PYD′ê têkoşîna xwe ji salên dirêj ve li ser bingeha ewlehî, aştî, edalet û wekheviyê dimeşînin. Dema krîza Sûriyê dest pê kir, me projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş pêşkêş kir. Me di şer de xeta sêyemîn hilbijart. Me êrişî tu kesî nekir. Têkoşîna me tenê ji bo aştî û ewlehiyê bû ku em bi hev re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bijîn ku tê de 7 netewe hene û bi qasî 5 milyon kes e. Lê em rastî êrişên mezin tên."

Asya wiha domand: "Di 2012′yan de Cebhet El Nusra êrişî me kir, di 2014′an de DAIŞ′ê êrişî Kobanê kir. Lê me ji bo mirovahiyê li Kobanê berxwedana leheng raber kir, me şerê DAIŞ′ê û komên tundraw kir û zêdetirî 10 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndar dan. Lê piştî şerê DAIŞ′ê dewleta Tirk a dagirker êrişî me dike."

Asya wiha pê de çû: "Di 2018′an de êrişî Efrînê kirin, dûre êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Di êrişan de jin hatin hedefgirtin û bi sedan hezar ji gelê me neçarî koçberiyê bûn û niha li kampan dijîn û li herêmên me guhartina demografîk pêk tê, dîroka herêmê ya bi hezaran sal tê talankirin, bi hezar jin rastî îşkenceyê tên."

Têkildarî êrişên vê dawiyê de Asya ev tişt got: "Di 20′ê vê mehê de careke din dewleta Tirk bi zêdetirî 50 balafirên şer û 20 balafirên bêmirovî êrişeke asîmanî li herêmên me pêk anîn û hîna dewam dike. Bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest da, heta rojnamger jî hatin hedefgirtin, navendên statejîk hatin bombebarankirin. Bi wê re herêmên me rastî êrişên qirkirinê tên. Ji ber em Kurd in em tên qirkirin, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ku li hember DAIŞ′ê li ber xwe da û sekinî rastî êrişan tê. DAIŞ jî van êrişan derfet digire ku careke din êriş bikin. Dê DAIŞ′ê piştî vê êriş ji nû ve çalak bibin. Bi hezaran DAIŞ′î û malbatên wan li herêmên me hene. Dewleta Tirk hêzên parastina kampên DAIŞ′ê dikin bi balafirên xwe êriş dike. Ji lew re divê hêzên navneteweyî li hember van êrişan bi erkên xwe rabin."

Asya Ebdullah di dewama gotina xwe de ev tişt anî ziman: "Em piştgirê nadin şer, lê destekê didin çareya siyasî û yekitiya xaka Sûriyê bingeha çareseriyê digirin. Em ji bo pergaleke nenavendî û destûreke demokratîk tê dikoşin û ji bo garantiya mafên Kurdan û hemû gelên herêmê û azadiya jinan tê dikoşin. Bi sedan jinan jiyana xwe di şerê li dijî DAIŞ′ê de ji dest da. Îro jî  jinên pêşeng bi rêya balafirên tên hedefgirtin, mîna Hevrîn Xelef, Zehre Berkel, Zeyneb Saroxan, Jiyan Tolhildan. Hemû bi balafirên dewleta Tirk hatin hedefgirtin."

Asya ev tişt got: "Ev hemû jin li hember DAIŞ′ê li ber xwe da, ji lew re em ji we destekê dixwazin ev şer bi dawî bibe û aştî misoger bibie. Em dixwazin qada hewayî ya herêmên me were girtin û destekê ji bo çareya siyasî ji bo hemû gelê Sûriyê bibînin. Em dibêjin na ji qirkirin, na ji şer re."

Asya Ebdullah wiha dawî li gotina xwe anî: "Em amade ne di oxira aştî û çareseriya siyasî d tê bikoşin. Me êriş tu aliyekî nekir. Lê em ê xwe biparêzin û mafê me yê parastina rewa heye. Em bang li hemû sazî û rêxistinên li vir û serokê Enternasyonal a Sosyalîst dikin ku destekê bidin û şerê li dijî gelê me bi dawî bikin."

Enternasyola Sosyalîst (Yekitiya Cîhanê ya Partî, Rêxistinên Sosyalîst û Civaka Demokratîk)e, ew rêxistineke siyasî ya navneteweyî ye, tê de endametiya komek ji partiyên siyasî yên xwedî nêrîna demokratîk ya civakî yan jî sosyalîst an jî karkerî ne. Di 1951′ê de hate avakirin û di 2016′an de PYD′ê tev lê bû.

(fr)