Gerîlayên azadiyê gelek dagirker li Girê Hekariyê ceza kirin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Girê Hekariyê Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîdan li dar xist. Di operasyona ku ji bo silavkirina damezrandina PKK’ê hat lidarxistin de, gelek çeper hatin îmhakirin û gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Gerîlayên azadiyê gelek dagirker li Girê Hekariyê ceza kirin
26 mijdar, 2022   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Hêrêmên Parastinê yên Medyayê rojnamevan Kawa Tolhildan, têkildarî Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîdan a Girê Hekariyê ev agahî parve kirin:

 “Gerîlayên Azadiya Kurdistnê li Girê Hekarî ya girêdayî Metînayê de, bi navê Tolhildana Şehîdên Girê Hekariyê, operasyonek şoreşgerî li dar xist. Ev operasyon bi armanca silav kirina salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê hat lidarxistin. Operasyon îro di saet 13.30’an de destpê kir û di saet 14.30’an de bi dawî bû. Qasî saetekê li çeperên dijmin, şerê tund qewimî.

Li gorî agahiyên çavkaniyên gerîla; Çalakî bi awayê sizmayê pêk hat. Gerîla ket hundirê çeperên dijmin. Bi taybetî jî li tepeyên Şehîd Akîf û Şehîd Zemanî, çeperên dagirkeran yek bi yek hatin îmhakirin. Di vê operasyonê de gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û gelek çek û alavên leşkerî hatin desteserkirin. Çek û alavên di şûn de mayî jî, ji aliyê gerîla ve hatin şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker, li qada operasyonê êrîşên bi topan pêk tîne.”