​​​​​​​Malbatên şehîdan bi rayedarên Rusî re rûniştin

Şandeyeke dayîk û hevjînên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rayedarên rûsî yên li Qamişlo re hevdîtin pêk anî. Malbatan bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta Tirk rexne kir û xwestin helwesta xwe nîşan bide. Rayedarên rûs jî gotin ku wan hemû belgeyên têkildarî êrişan kirine rapor û pêşkêşî NY’ê kirine, ew dê hewldanên xwe bidomînin.

​​​​​​​Malbatên şehîdan bi rayedarên Rusî re rûniştin
26 mijdar, 2022   17:14
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo dayik û hevjînên şehîdan di saetên beriya nîvro de li ber baregeha Rûsya xwepêşandanek lidar xist û nameyek nerazîbûnê pêşkêşî rayedaran kir. Piştî çalakiyê rayedarên Rûs di saetên piştî nîvro de bi malbatan re hevdîtin pêk anî. 

Di hevdîtinê de ku li pêşiya çapemeniyê girtî pêk hat, malbatan nerazîbûn û daxwaza xwe anî ziman.

Li gorî agahiyên ku ji endamên şandeyê hatine girtin, malbatan û hevjînên şehîdan destnîşan kirin ku ew li ser navê saziyan nehatine, wekî malbatên şehîdan hatine. Malbatan bibîr xistin ku dewleta Tirk a dagirker her roj êriş herêmê dike, di van êrişan de gelek şehîd çêbûne. Lê Rûsya wekî hêzeke ku li herêmê berpirsyariya wê heye, bêdeng maye.

Malbatan ji rayedarên rûs pirsa, “Çima qada hewayî ya herêma me ji êrişên Tirkan re tê vekirin” pirsîn û nerazîbûna xwe anî ziman. Malbatan bal kişandin ku Tirkiye dixwaze bi êrişên ser kampa Holê çeteyên DAIŞ’ê bide revandin û xwestin ku Rûsya berpirsyariya xwe bicîh bîne.

Rayedarên Rûsyayê jî diyar kirin ku li herêmê ji 19’ê Mijdarê ve rewş nebaş e û gotin: “Tirk dibêjin ku ew dixwazin operasyonê pêk bînin û ev ne tenê hewayî, lê bejahî jî pêk were.”

Rayedarên rûs îdîa kirin ku ew gelek hewl didin da ku êriş pêk neyên û wiha gotin: “Wek wekî jî anî ziman êriş tenê dijî cihên leşkerî nebûne, cihên sivil jî kirine hedef. Em van êrişan na pejirînin. Têkiliyên navbera me û QSD’ê berdewam dikin. Hemû belgeyên têkildarî êrişan hatine ber destê me.”

Rayedaran gotin ku wan hemû belge kirine rapor û ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandine. Rayedarên rûs diyar kirin ku Wezareta Parastinê ya Tirk îdia kiriye ku wan êriş sivîlan nekiriye, lê ew dizanin ku sivil hatine hedefgirtin.

Rêveberên rûs destnîşan kirin ku ji bo jiyanek bi aramî ya gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ewê berpirsyariya xwe bi cîh bînin û divê sînorek ji Tirkiyê re were dayîn. 

ANHA