​​​​​​​Şêniyên Kobanê salvegera 44′emîn a PKK′ê pîroz kir

Şêniyên Kobanê bi boneya salvegera 44′emîn a damezrandina PKK′ê bi rêzeçalakiyan li dar xist û got, "Em ê rêber Apo azad bikin."

​​​​​​​Şêniyên Kobanê salvegera 44′emîn a PKK′ê pîroz kir
26 mijdar, 2022   15:12
KOBANÊ

Şahiya pîrozbahiyê li navçeyên Qenayê, Şêran, Sirîn û Çelebiyê yên Kobanê hatin lidarxistin.

Li Şêranê yê rojhilatê Kobanê, şênî û endamên saziyên sivîl salvegera 44′emîn a PKK′ê li dibistana navçeyê pîroz kir.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa navçeya Taşlokê Mihemed Xidir Becî axivî û got bi dehan şoreşên Kurd hatin çewisandin, lê PKK′ê bi fikir û felsefeya rêber Ocalan her tişt guhart.

Mihemed Xidir wih domand: "Têkoşîna PKK′ê dîrokî bû, di demeke dijwar de hat ku hemû hêzan şerê Kurdan dikir. Lê yê têkoşîn bi rê ve bir, ji nû ve dîroka kurdan û gelên bindest nivîsand."

/ar/uploads/files/2022/11/26/144234_1-28129.webp

Li dawiyê Becî diyar kir ku divê gelê herêmê hevgirtî be û têkoşînê bilind bike, ji ber dijmin hewl dide nasnameyê ji nû ve biçewisîne.

Di şahiyê de, ji bo pîrozkirina vê roja mezin, agir hat pêxistin. Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

(fr)

ANHA