QSD: Li Zirganê 2 çete hatin kuştin û 6 birîndar bûn

QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya bersivdana rewa de, 2 çete hatin kuştin û 6 din jî birîndar bûn.

QSD: Li Zirganê 2 çete hatin kuştin û 6 birîndar bûn
26 mijdar, 2022   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona xwe ya ku di çarçoveya bersivdana rewa li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de li dar xistiye, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de QSD`ê eşkere kir ku di wê operasyonê de 2 çete hatine kuştin.

Daxuyaniya navendê wiha ye: “Hêzên me li hember komên çeteyan ku hewl didan ji berageha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Ebdulhey a Zirganê êriş herêmê bikin, çalakiyek li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 6 din jî birîndar bûn.”