Rêxistina Free Burma Rangers serdana cihê topbaranê kir

Tîma rêxistina Free Burma Rangers îro serdana bajarê Kobanê kir da ku encamên topbaranên dewleta Tirk li dijî herêmê, bişopîne. Her wiha serlêdana mala nûçegihanê STÊRK TV Mihemed Ceradê kir.

Rêxistina Free Burma Rangers serdana cihê topbaranê kir
22 mijdar, 2022   17:19
KOBANÊ

Tîm bi serokatiya berpirsê rêxistinê David U Bank serdana nexweşxaneya Covid- 19 ku balafirên şer ên dewleta Tirk rûxandiye û mala nûçegihanê STÊRK TV Mihemed Ceradê kir.

David U Bank ji dezgehên çapemeniyê re axivî û got: “Êrişên Tirkiyê li ser herêmê xirab in. Em ji vir dengê topbarana domdar dibihîzin. Tişta Erdogan dike nebaş e. Divê ji bo çareseriyan danûstandin hebe. Em hemû piştgiriya daxwazên azadiyê û pêkanîna edaletê dikin. Ev cîhan fireh e. Em dua dikin ku danûstandin dest pê bikin da ku ev şer raweste.”

David U Bank wiha domand: “Wek kesek amerîkî ez spasiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) dikin ku li wir in, lê belê jî hêvî dikim ku hewl bide vê êrişê rawestîne.”

Hevjîna David U Bank, Karin jî wiha axivî: “Ez pir kêfxweş im ji ber ku li Kobanê me. Cihê wê cuda ye di dilê me de. Em êş û azarên şêniyên wê bi wan re parve dikin û hêvî dikin ku ev êriş di demeke zû de rawestin.”

Serdana şandeyê ji bajarê Kobanê re berdewam e, her wiha biryar e ku serdana saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî jî bike.

(dm)