Ciwanên herêma Firatê: Em ê li hember planên dagirkeriyê bisekinin

Ciwanên herêma Firatê bi dirûşma “Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Ciwanên herêma Firatê: Em ê li hember planên dagirkeriyê bisekinin
22 mijdar, 2022   17:02
KOBANÊ

Xwepêşandan ji qada Jina Azad ber bi çerxerêya Aştiyê ve dest pê kir û ciwanan, “Bimire dewleta Tirk a faşîst”, “Berxwedan jiyan e” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.

Li wir, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê a herêma Firatê Mihemed Mehmûd bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin eniyên şer û xaka xwe biparêzin.

/ar/uploads/files/2022/11/22/154159_shbybh-iqlym-alfrat-ytzahrwn-dhd-alhjmat-altrkyh-ala-mnatq-shmal-wshrq-swrya-28229.webp

Mihemed Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê herêmê bi rêya êrişên xwe qir bike lê ew dê li hember planên wê bisekinin û dev ji xaka xwe bernedin.

Xwepêşandan bi siloganên “Bimire Faşîzma Tirk” û “Berxwedan Jiyan e” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

(mh)

ANHA