​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Zirgan topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker bakurê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê topbaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Zirgan topbaran dike
22 mijdar, 2022   17:33
HESEKÊ

Li gorî nûçegihanê me ji herêmê, dewleta Tirk a dagirker li gundên Til Emîr, Kesra Esediyê, Bobî, Dada Ebdal û Xidrawî yên bakurê navçeya Zirgan dide.

Nûçegihanê me eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker gundê Um Eşbe yê başûrê navçeyê bi çekên giran topbaran dike.

ANHA