​​​​​​​Artêşa Tirk li gundewarê Qamişlo û Şehbayê dide-Hat Nûkirin

Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Qamişlo û kantona Şehbayê topbaran dike.

​​​​​​​Artêşa Tirk li gundewarê Qamişlo û Şehbayê dide-Hat Nûkirin
22 mijdar, 2022   16:39
NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî nûçegihanê me, dewleta Tirk a dagirker gundê Herem Şêxo yê rojavayê bajarê Qamişlo, gundê Til Zîwan ê rojhilatê bajêr bi hewanan topbaran dike.

Nûçegihanê me eşkere kirin ku topek li nêzî stasyona sotemeniyê ya gundê Hîmo yê rojavayê Qamişlo ketiye.

Her wiha li dijî gundê Şêx Îsa û navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê êrişên dijwar hene.

Nûçegihanên me destnîşan kirin ku topbaran bi dijwarî berdewam e.

Lê agahiyên zêdetir têkildarî zirarên topbaranê nehatin bidestxistin.

ANHA