Dewleta Tirk bombeyên fosforê bi kar anîn

Bikaranîna bombeyên fosforê di topbarana li ser gundê Tatmereş ê navçeya Şera de bi dîmen hate belgekirin.

Dewleta Tirk bombeyên fosforê bi kar anîn
22 mijdar, 2022   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet derdora 15:00`an de dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî gundê Tatmereş ê navçeya ŞEra ya kantona Efrînê ya dagirkirî kir.

Ji dîmen û agahiyên ji gundê hatine wergirtin, destnîşan bû ku dewleta Tirk a dagirker bombeyên fosforê di topbarana li ser gund de bi kar anîne.

Bombeyên fosforê li asta navneteweyî hatine qedexekirin. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker van bombeyan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

ANHA