Dagirker bi çekên giran rojhilatê Kobanê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên rojhilatê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Dagirker bi çekên giran rojhilatê Kobanê topbaran dike
21 mijdar, 2022   16:15
KOBANÊ

Li gorî agahiyên neçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker gundên Cêşan, Qeremox û Kogran ên li rojhilatê Kobanê bi çekên giran topbaran dikin.

Nûçegihan da zanîn ku dagirker ji baregeha xwe ya li hember gundê Merc Îsmaîl ve herêmê topbaran dikin. Di heman demê de nûçegihand diyar kir ku yekser malên gundiyan tên hedefgirtin.

Lê der barê topbaranê de tu agahiyên din nehatin dayîn.

(fr)

ANHA