Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da

Partiyên siyasî, meclis, saziyên civaka sivîl û rûspiyên eşîran, bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got, "Ew li hember êrişan bê bersiv namînin."

Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da
Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da
Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da
Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da
Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da
Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da
Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da
Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da
Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da
Partiyên siyasî, sivîl û eşîran soza bersivdayîna êrişan da
21 mijdar, 2022   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa kantona Hesekê daxuyaniyek têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê da. Endama meclisê Firyal Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şanoya teqîna Stenbolê di jêrzemîn MIT’a dagirkeriya Tirk de hat plankirin da ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tawanbar bikin û ji bo êrişkirina li dijî herêmê û veşartina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, qezenckirina dengan di hilbijartinên bê de û derketina ji krîza heyî, bibe hincet.

TIL TEMIR

Li Til Temirê jî, meclisa navçeyê daxuyaniyek da. Hevseroka meclisê Gulîxan Tahir daxuyanî xwendin û wiha tê de hate gotin: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişên li ser herêmê têkbirina projeya rêveberiya Xweser e ku êdî ji bo hemû pirsgirêkên herêmê çareya bingehîn e."

HOL

Li navçeya Holê jî, hevserokê navçeyê Ziyad Hesen daxuyanî xwend û tê de komployên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku armanca wan pêkanîna timayên mêtîngeriyê ne, hatin şermezar kirin.

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A MINBICÊ

Her wiha, Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê daxuyaniyek da. hevserokê meclisê Rebî Izendîn daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin sûcên dewleta Tirk a dagirker parçeyek ji planên wê yên mêtîngerî, siyaseta dagirkriina Sûriyê, guhartina nasnameya resen e. Projeya dagirkeriyê ya li herêmê projeya asîmîlekirin û qirkirinê ye.

MECLISA PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ YA TIL BIRAKÊ

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Til Birakê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û destnîşan kir ku ev êriş dê nikare îradeya gel têk bibe.

SAZIYÊN CIVAKA SIVÎL ÊN HELEBÊ

Têkildarî heman mijarê, Saziyên Civaka Sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê ku ji aliyê hevseroka saziyan Suad Hesen ve hat xwendin, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku welatiyên herêmê li hember êrişan bê bersiv namînin û dê li şopa rêber Ocalan, şehîd Arîn, Sara û Rûken bimeşin û xwe li gorî paradîgmaya şerê gel ê şoreşgerî tev bigerin.

KOMÎTEYA DIYALOGA EREBÎ-KURDÎ

Komîteya Diyaloga Erebî-Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê hewl dide berî hilbijartinan nexasim piştî krîzên aborî, siyasî û leşkerî sûcan pêk bîne.

PLATFORMA ÇALAKIYÊN HEVBEŞ ÊN TEVGER Û RÊXISTINAN JINAN

Di heman çarçoveyê de, Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ku ji aliyê endama Desteya Rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Nisrîn El Hesen ve hat xwendin, êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û bang li jinan û gelê Sûrî kir ku li gor şerê gel ê şoreşgerî berxwedanê bidomînin û têkoşîna li dijî hemû cûreyên tundiyê bilind bikin, her wiha piştgiriyê bidin QSD’ê û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

YEKITIYA JINÊN ÊZÎDÎ

Yekitiya Jinên Êzîdî ya Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca qirkirinê şermezar kirin.

YEKITIYA PARÊZERAN A REQA Û TEBQAYÊ

Her wiha Yekitiya Parêzeran a Reqa û Tebqayê bi daxuyaniyekê ku ji aliyê hevserokê yekitiyê Xalid El Hesen ve hat xwendin sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û diyar kir ku ji ber binketina DAIŞ’ê li ser destê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha têkbirina serweriya wê li ser girtîgeha Sîna ya li Hesekê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Erdogan êrişên xwe zêde kirin.

RÛSPIYÊN EŞÎRÊN REQAYÊ

Rûspiyên eşîrên Reqayê jî bi daxuyaniyekê ku ji aliyê serokeşîrê El Elî, Remedan El Rehal ve hat xwendin piştgiriya xwe ji QSD’ê re anî ziman, nexasim di şerê rizgarkirina deverên dagirkirî, ji Efrîn, Serêkaniyê heta bi Girê Spî û Silokê ve.

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A TEBQAYÊ

Her wiha, Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi daxuyaniyekê ku ji aliyê hevseroka meclisê Fewze Mihemed ve hat xwendin, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir.

MECLISA PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ YA DÊRAZORÊ

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrazorê jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk û destwerdana wê di xaka Sûriyê de şermezar kirin.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/v4fP_FEWTWs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_fCv04JfD44" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/voz5rvILPlY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qm-vU4d4Pq0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c_glQDrE1dg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G1T48xruhk4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wcpB-wQdhz8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/USVjZW32e9M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DgyDVz3XLds" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>