QSD′ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

QSD′ê nasnemaya şervanekê xwe ku di encama êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Dirbêsiyê de şehîd bûbû, eşkere kir û got ,"Bersivdana me ji bo tola şehîdan dê dereng nemîne."

QSD′ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir
21 mijdar, 2022   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê bi navê Sufyan Ebas El Ehmed ku li navçeya Dirbêsiyê şehîd bûbûn eşkere kir û wiha got:

"Bi rêzeêrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me, şeva 20′ê Mijdarê diyar dibe ku dagirker hewl dide krîzên xwe yên hundirîn bi rêya êrişan derbasî herêmên me bike. Lê ew hewldan têkçûyî ne û bi armanca piştgiriya gel di hilbijartinan de qezenc bike pêk tîne. Lê çîroka ku li Stenbolê pêk hatiye, derew in.

Di encama êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên şer de hevrêyê me Sufyan Ebas El Ehmed (Reşo Qamişlo) şehîd bû.

Ger dagirkeriya Tirk texmîn dike ku fedekariya şehîdên me wê bê bersiv bimînin, ew xeyal û angaşt dike, mîna me bersiv li ser êrişên berê daye, em vê care bi tundî bersivê bidinê.

Em di demekê de ku sersaxiya hemû malbatên şehîdan û gelê xwe dixwazin, em diyar dikin ku dê tola me ji bo şehîdan dereng nemîne.

Nasmeya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Reşo Qamişlo

Nav û paşnav: Sufyan Ebas El Ehmed

Navê dê: Kemre.

Navê bavê: Ebas

Cih û dîroka jidayikbûnê: Xezne Xirmiz, 2004

Cih û dîroka şehadetê: Dirbêsiyê, 20′ê Mijdarê, 2022′yan."

(fr)