​​​​​​​Rojevên civîna bê ya Astanayê çi ne?

Piştî civîna berê ya Astanyê gelek geşedan çêbûn. Her sê aliyên Astanayê (Rûsya-Tirkiye-Îran) dê di rojên pêş de civîna nû ya civînên xwe yên der barê Sûriyê de li dar bixin. Gelo di vê carê dê çi gotûbêj bikin?

​​​​​​​Rojevên civîna bê ya Astanayê çi ne?
20 mijdar, 2022   01:25
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Cîgirê Wezîrê Karên Derve û Şandeyê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mikhail Bogdanov beriya çend rojan ragihandibû ku civîna bê ya her sê aliyên Astanayê (Rûsya – dewleta Tirk a dagirker- Îran) a li têkildarî Sûriyê, dê di 22-23'ê Mijdarê de were lidarxistin.

Piştî 18 civînên Astanayê û civîna herî dawî ku di Hezîrana borî de li Nûr Sultan hatibû lidarxistin, her wiha piştî civîna Tehranê ya Tîrmeha borî, mijara nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de derket holê. Pê re kontrolkirina kantona Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ve û vê dawiyê jî teqîna ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê pêk hat. Li gel geşedanên me anîne ziman, gelo di vê civînê de dê çi bê gotûbêjkirin?

'BAWER NAKİM ENCAMÊN CİDÎ JÊ DERKEVİN'

/kr/uploads/files/2022/11/19/194225_-.webp

Serokê Partiya Sûriye Ewelen (Destpêkê Sûriye) Selman Şebîb der barê civîna bê ya Astana de wiha axivî: "Civîna bê ya Astanayê divê heya astekê hinekî cuda be. Ji ber ku di dema navbera wê û civîna borî de, çend geşedan û bûyerên girêdayî dosya Sûriyê yan jî yên bandorê lê dikin qewimîn. Lê di encamê de, ez texmîn nakim ku hevdîtina nû di şikandina qalibên serdest ên di hemû civînên dawî de biserkeve, ku ev yek jî cemidandina doza Sûriyê di dema niha de bi giştî nîşan dide. Ev jî hemwextî nebûna lihevkirinên herêmî û navneteweyî ye weke encameke tekûz a şerê Ukraynayê û bandorên wê yên mezin li ser tevahiya cîhanê ku her ku diçe kûrtir û xeternaktir dibe. Ez bawer nakim ku encamên cidî jê derkevin holê."

Şebîb wiha lê zêde kir: "Civîna bê dê tenê reklamek be ku Astana hîn zindî ye û heye. Wê daxuyaniyeke dawî bê derxistin ku tê de pabendbûna her sê aliyan bi yekitî û serweriya Sûriyê piştrast bike. Lê ew ji bo têkbirina vê serweriyê û parçekirina yekitiya xak û gelê Sûriyê dixebitin."

NÊZÎKBÛNA ŞAM Û DAGIRKERIYA TIRK DÊ ROJEVA SEREKE BE

Yek ji girîngtirîn mijarên ku dibe di rojeva dan û standinên civîna bê de be, nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de ye, ku li gel propagandaya zêde ya vê dawiyê jî lê ev mijar pir giran bi rêve diçe.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu behsa îhtimala bilindkirina peywendiyên di navbera "Enqere" û "Şamê" de yên di warê dîplomatîk de kir.

Li ser van daxuyaniyan, Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad jî wiha got: "Em guh didin daxuyaniyên wan, lê ev yek dikare bi tunekirina terorê, piştgirînedayîna terorê, vekişîna leşkerî ji axa Sûriyê û rawestandina her awayê piştgiriya ji Cebhet El Nusra û DAIŞ'ê re, dest pê bike. Ev hemû jî gavên ku niyeta rast a vê rêveberiya Tirkiyê îspat dikin, tevî hemû nîqaşên ku di dema borî de hatin kirin."

Têkildarî vê mijarê jî Şebîb wiha axivî: "Daxuyaniyên dewleta Tirk hewl didin nîşan bidin ku di encama civînên ewlehiyê yên ku li Şamê û deverên din di navbera dewlta Tirk û Sûriyê de hatin lidarxistin de pêşketinek çêbûye û ji bo derbasbûna qonaxeke din a pêwendiyan, zemînek heye. Ev yek di daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê de jî hat eşkerekirin ku dibe ku di demeke nêzîk de dan û standinên ewlehiyê derbasî gotûbêjên siyasî bibe, anku ew dê derbasî asteke nû û bilindtir bibin."

Şebîb bal kişand ser van xalan jî û got: "Tevî dehfdana Rûsyayê û teşwîqên domdar ên Îranê ji bo başkirin û pêşxistina pêwendiyan û avakirina atmosfereke baweriyê ku bi dîtina min ev yek ji ber sedemeke girêdayî her du welatan e, lê hîn jî Sûriye tiştekî nabêje. Gumanên rayedarên Sûriyê li ser niyet û armancên dewleta Tirk ên rasteqîn hene. Her pêşketinekê jî bi çend gavan ve girê dide. Ez bawer nakim ku dewleta Tirk tu gavan biavêje. Bi giştî, di civîna bê ya Astanayê de dibe ku nîşanên zelaltir ên her pêşketinekê ku di dosyaya peywendiyên her du welatan de çêbûbe, xuya dike."

NÊZÎKBÛNA DI ALIYÊ ABORÎ DE

Geşedanên li ser erdê nîşan didin ku dan û standinên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de ber bi aliyê aborî ve diçin.

Di vê çarçoveyê de rojnameya El Watan a girêdayî hikumeta Şamê beriya çend rojan wiha nivîsîbû: "Mijar ber bi vekirina dergehê Ebû Zendên ve diçe, ku herêmên di bin kontrola milîsên rejîma Tirkiyê de yên li başûrê rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî bi herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê yên li gundewarê bakurê rojhilatê Helebê ve girê dide. Ev jî wek encamên pêşîn ên nêzîkbûna Şam û Enqerê di warê normalîzekirina têkiliyên aborî de ji deriyê korîdorên mirovî."

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyan wiha got: "Perspektîfa vekirina derî piştî lêkolîna li heman deverê, ji bo demeke nêz ku dibe ji çend hefteyan derbas nebe, ji aliyê rayedarên Tirk ve hate dayîn. Ev yek di heman demê de, di çarçoveya 'tedbîrên pêbaweriyê' yên di navbera rejîma serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên Sûriyê de ye."

Çavkaniyan texmîn kir ku dibe ku gava bê di warê vekirina deriyan de, vekirina deriyê Ternebe yê rojavayê bajarê Seraqib yê gundewarê rojhilatê Idlibê be. Di meha Îlonê de, bi çiraya kesk a dewleta Tirk, rêxistina El Nusra satirxên axî yên li ser rêya ku bajarokên Sermîn û Seraqib bi hev ve girê dide, rakirin û li pêşiya derbasbûna kamyonên ber bi deriyê Ternebe ve bûye asteng."

Heman çavkanî dibêjin ku rejîma Erdogan hewl dide hemû deriyên ku diçin herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de veke. Ev jî hemwextî hewldanên wî yên ji bo avakirina 'fermandariyeke leşkerî ya yekbûyî' li bakurê Sûriyê û 'rêveberiyeke yekbûyî ya aborî' ji bo birêvebirina berhemên herêmên dagirkirî ne, ku derî jêderên wê yên diravî yên sereke ne."

Di navbera herêmên hikumeta Şamê û herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin de gelek derî hene. Ji wan deriyê Ebû Zendên ê li gundewarê bakurê rojhilatê Helebê û nêzî bajarê Babê ye. Her wiha deriyê Mîznaz ê li gundewarê rojavayê Helebê û deriyê Ternebe yê nêzî bajarokê Seraqib li gundewarê rojhilatê Idlibê.

Li gorî çavdêran, Rûsya zext kiriye da ku ev derî werin vekirin, ji ber ku ew cihên nefes kişandinê ne ji bo deverên hikumeta Şamê yên ku bi dorpêçê û cezayan re rû bi rû ne.

Herêmên hikumeta Şamê bi derbaskirina made û kel û pelên Tirkiyê sûdê werdigirin, dewleta Tirk a dagirker jî dê ji firotina van kel û pelan qezenc bike.

Li ser vê yekê Şebîb wiha got: "Beriya demekê min nivîsandibû; xebat ji bo normalîzekirina têkiliyên dewleta Tirk û Sûriyê de  kirin. Ev xebat bi rêya aliyên aborî têne kirin ku ji bo hemû aliyên xwedî girîngiyeke mezin . Ji ber ambargo û mercên aborî yên zehmet ên ku herêm tê re derbas dibin, dibe ku dosya bi girêktir bibe û ji dozên tevlihev ên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dûrketin çêbibe, Rûsya destpêkê li ser avakirina baweriyê bi rêya dîtina formeke li gorî berjewendiyên hevpar ên her du aliyan de xebitî, ji wan jî dergeh bûn. Hin gavên dilnizmî jî hene mîna mijara pevguhartina dîlgirtî û girtiyan. Ez texmîn dikim ku xebat di van aliyan de û hevdîtin çi ewlehî bin an jî di asta siyasî de bin zêde bin."

NÎQAŞÊN LI SER GEŞEDANÊN LI BAKURÊ SÛRIYÊ

Piştî civîna berê, li herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bi taybet li Efrînê di navbera komên çeteyan de şer derket, di encamê de çeteyên "Tehrîr El Şam" Cebhet El Nusra ya berê Efrînê kontrol kir.

Hin çavdêran da zanîn ku ev pêşdeçûn bi fermanên MÎT′ê pêk hatin da ku gelek armancên xwe pêk bîne, ji wan ku rê li ber lihevkirina bi Şamê re veke.

Li ser vê yekê Şebîb ev tişt gotin: "Bûyerên di vê dawiyê li bakurê Sûriyê rû dane, wekî şerê di navbera komên çekdar ên girdayî Tirkiyê de di nav de Heyet Tehrîr El Şam û belavbûna wan li herêmên nû mîna Efrîn û gundewarên wê, her wiha axaftina li ser aktîvkirina plana Tirkiyê ya berê hatibû ragihandin ya têkildarî yekirina wan koman di bin fermandariyeke yekbûyî de,  xwedî armancên xeternak in. Bi wê re dê karibe kontrolkirina li ser wan hêsan bike û rola wan di gelek pêkanîna plan û timayên xwe li hember xaka Sûriyê pêk bîne."

Şebîb daxuyand ku bi yekirina wan koman dê ji dewleta Tirk re alîkar be ku ji nû ve van komên çete yên di lîsteyên terorê de dîzayn bike û sîfeta terorê ji ser wan rake û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi lez û bez ew yek îstismar kir. Ji bo wê li Dîlokê di bin çavdêriya MÎT′ê Tirk de civînek hate lidarxistin û biryarên xwe standin. Dê xebat li ser wan biryaran, li gorî amadekariyên bi demê re ku guncaw bin, werin kirin. Ez texmîn dikim ku geşedanên li bakurê Sûriyê di civîna bê de li ser vê yekê werin nîqaşkirin û bandorên wê ji lihevkirinên berê bin, bi taybet di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ku di çarçoveya Astanayê de gihaştin heman lihevkirinan."

CIVÎNA BÊ YA ASTANAYÊ; PLATFROMA JI BO DESTPÊKIRINA TAWAN Û GEFÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Mîna ku di civînên berê yên Astanayê de gefên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hevkarên xwe re lihevkirinê ji bo pêkanîna van gefan çêke.

Beriya çend rojan, li Stenbolê teqînek çêbû. Dagirkeriya Tirk hema Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanbar kir. Tê texmînkirin ku civîna bê ya Astanayê bibe platforma dubarekirina van gefan û hewldana îstismarkirina wan.

Serokê Partiya Sûriyê Ewelen Selman Şebîb li ser vê yekê ev nirxandin kir: "Çîroka dewleta Tirk a girêdayî karekî terorîst ku li Stenbolê pêk hatiye ne bi îqna bû û gumanên mezin li ser hene. Bi teqînê re hema bêje hemû dezgehên çapemeniyên û şîrovekaran tiliyên tawanê li dijî komên Kurdî bi taybet Sûriyê nîşan dan. Ji ber ev yekê ji bo Erdogan derfeteke herî baş ji aliyên hundirîn, herêmî û navneteweyî ve ye."

Şebîb wiha pê de çû: "Erdogan dikare vê yekê di çarçoveya hewldanên xwe yên bênavber ên derbekirina HDP′ê de bi kar bîne, kapasîteya wê ya mezin felc bike û rola wê di hilbijartinên bê de qels bike. Ji ber diyar e rewşa Erdogan di hilbijartinan de ne baş e. Her wiha ev yek derfetê dide Erdogan ku ji nû ve projeya xwe ya berfirehkirina dagirkirina xwe li xaka Sûriyê pêşniyar bike. Teqez dê ev keysbazkirina xebata terorîst di civîna Astanayê ya bê de bê bikaranîn, da ku helwestên Rûsya û Îranê li ser vê projeyê ku red dikin biguherîne. Lê ez ji rêbaza Erdogan a keysbazkirin û şantajkirina li dijî her du aliyan bi fikar im, bi taybet rewşa Rûsya ji ber şerê li dijî Ukraynayê û pirsgirêkên hundirîn ên Îranê û tevliheviya di lihevkirina nukleerî de."

Şebîb wiha pê de çû: "Çîroka dewleta Tirk bi giştî ne îqna bû, bi taybet di tawanbarkirina komên kurdî de. Di dîroka komên kurdî hemû de tu carî sivîl nehatine hedefgirtin û bi vê rêbaza hovane naxebite. Ji ber sûdê ji van kiryar, hîma qanûnî û sûcên bingehîn wernagire."

ASTANYAYÊ ROL Û ENERJIYA XWE JI DEST DA

Siyasetmedarê sûrî Selman Şebîb rêveçûna Astanayê bi giştî nirxand û wiha axivî: "Li gorî min forma Astana ya berê û mekanîzmeya xebata wê, rola xwe ji dest da û eneriya wê têk çû. Rûsy heta roja îro nikarî rola xwe ya nû der barê xebata ya hêdîkirina eniyan, vemirandina şewatan, dîtina çareyên teknîkî yên leşkerî, meydanî û vegurandina wan ber bi çêkirina çareyeke siyasî ji doza Sûriyê re bi ser neket. Ew yek piştî sekinandina kedên navneteweyî û tunebûna wê. Ev yek di civînên Tehran û Sochiyê de hate ragihandin."

Serokê Partiya Sûriya Ewelen Selman Şebîb wiha dawî li gotina xwe anî: "Dibe ku gava Rûsya ya astengkirina xebata komîteya destûrê ku encama yekane ya qaşo kongreya diyaloga sûrî li Soçiyê bû,  gaveke pratîkî ya destpêkê di vê rêyê de bû. Lê ez texmîn dikim ku koma Astanayê bi tenê nikare li ser dosyaya Sûriyê bixebite û çareyekê ji doza Sûriyê ya bi girêk re bibîne. Divê li biryarên navneteweyî yên têkildar vegere, lihevkirinên navnetewey peyda bike yên ku wan biryaran pkê bînin, bi taybet biryara 2254."

(hs,fr)

ANHA