​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Em ê li ber xwe bidin û herêmên xwe biparêzin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku mafê wê heye ku li ber xwe bide û parastina xwe bike heke dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê bike. Her wiha bang li Rûsya, Amerîka û civata navneteweyî kir ku li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û şerê wê yê domdar li dijî gelên herêmê û pêkhateyên wê, helwesteke zelal nîşan bidin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Em ê li ber xwe bidin û herêmên xwe biparêzin
19 mijdar, 2022   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên domdar li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de bang li gelan kir ku xwedî li saziyên xwe derkevin û li hember êrişan bibin yek û li ber xwe bidin.

Daxuyanî wiha ye:

“Siyaseta dijminatiyê ya dewleta Tirk li ser tiştên ku li qada Sûriyê bi giştî diqewimin, bi taybetî polîtîkayên êrişkar û sîstematîk ên li hemberî pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji dagirkeriyê destpê dike, ji her kesî re eşkere bûye.

DESTÊ REJÎMA TIRK HETA RADEYEKE MEZIN DI ALOZIYA SÛRIYÊ DE HEYE

Ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê, û hema hema rojane bi hemû cure çekan li ser sivîlan, saziyên sivîl û leşkerî yên ku li gel hevpeymaniya navneteweyî li dijî rêxistina çeteyên a DAIŞ`ê şer dikin û her wekî her car rejîma faşîst a Tirk bi gef û gurkirina şer li ser herêmên Rêveberiya Xweser car caran û ne guncaw derket, û ev yek jî eger tiştekî nîşan bide, tevlibûna rejîma Tirkiyê bi rêjeyeke mezin di aloziya Sûriyê de nîşan dide.

Giraniya tawanên ku wê kiriye eşkere bûye û dibe ku di paşerojê de gel wê efû nekin. Pratîka wê ya navxweyî û reftarên wê yên sûc li dijî pêkhate û gelên Tirkiyê, ku bandoreke neyînî li ser wê, siyasetên wê yên li hundir û derve kir. Ji ber wê jî serî li çêkirina hincetan, pîlan û senaryoyên dûrî rastiyê da. Mîna teqîna 13`ê vê mehê li Stenbolê qewimiye ku di encamê de gelek welatiyên tirk hatin kuştin û birîndar bûn. Tewanbarkirina Rêveberiya Xweser bi pêkanîan vê êrişê, di dema ku hemû saziyan gotin ku ti têkiliyan wan bi vê sûcê tune ye û ew êriş şermezar kir, lê dîsa jî tejîma Tirk bi îsrar e ku derewan bike ku êdî ji her kesî ve diyar in. Ji vir eşkere dibe ku êriş ji aliyê saziyên îstixbaratê ve plankirî ye. Lê piştî wê êrişê, dîsa gef li herêmê xwar ku êrişî herêmê û destkeftiyên wê yên nîştimanî bike.  Ji van gefan armanc dike, tevliheviyê li herêmê derxe û hewldanên navneteweyî yên şerê li dijî terora navneteweyî têk bibe.

REJÎMA XWÎNDAR A FAÎŞT KETE QONAXA BINKEFITNÊ

Pêkanîna mîna van êrişna ji aliyê rejîma faşîst a Tirk, îsbat dike ku fîlas bûye û ketiye qonaxa binkeftinê û bidawîbûnê. Ji ber wê bi hemû rêbazan hewl dide xwe û desthilata xwe ji vê dawiyê biparêze.

DIVÊ GELÊN HERÊMÊ BIBIN YEK

Di heman dema ku em gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, em bang li gelê herêm êdikin ku bibin yek û li hember hemû lîstok û planên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Xwedî li saziyên xwe yên ewlehî, leşkerî û sivîl derkevin û destkeftiyên xwe biparêzin.

DIVÊ RÛSYA, AMERÎKA Û CIVATA NAVNETEWEYÎ HELWESTEKE DIYAR NÎŞAN BIDIN

Divê Rûsya, Amerîka û civata navneteweyî li hember hovîtî û pozbilindiye dewleta Tirk a dagirker helwesteke diyar nîşan bidin.

MAFÊ BERXWEDAN Û PARASTINÊ

Heke dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê bike, wê demê berxwedan û parastina mafê me ye û dê bersiva me fireh be û dibe ku herêmê etûnê şerekî demdirêj ku çarenûsa wê ne diyar e.”