Li Silêmaniyê şêwira Fîncani bi dawî bû

Di şêwira Fîncanci ya li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyawî de, hate diyarkirin ku ji sedî 2.9’ê welatiyên Herêma Kurdistanê para xwe ji çekên kîmyawî girtiye û heta niha Iraq û Herêma Kurdistanê nebûne xwedî yasaya qedexekirina çekên kîmyawî. Herwiha bal kişandin li ser bandoriya çekên kîmyawî ya li ser jîngehê.

Li Silêmaniyê şêwira Fîncani bi dawî bû
19 mijdar, 2022   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Otela Ramadan a li parêzgeha Silêmaniyê şêwirek li ser bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi sponsoriya Dezgeha Medyaya Sharpress pêk hat.

Hejmarek zêde de rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan û pisporên gazên kîmyawî beşdarî şêwirê bûn û li ser bandor û metirsiya çekên kîmyawî ya li ser jîngeh û mirovan nîqaş kirin. Şêwir bi navê Serokê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci hat binavkirin.

Şêwire bi pêşandana klîpa çekên kîmpayî destpê kir ku ji aliyê Koma Hunere ya Welat ve hatiye amadekirin. Piştre kurtefilmek li ser jiyana Serokê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci hate pêşandan.

Di şêwirê de, bandoriya berdewam karanîna çekên kîmyawî li ser jîngehê, binpêkirina yasaya navneteweyî ya qedexeya bikaranîna çekên kîmyawî û berdewambûna jenosîda li ser gelê Kurd hatin nîqaşkirin.

Panela yekem li ser bandoriya çekên kîmyawî ya li ser jîngehê bû. Ji aliyê Mamosta Îrad Menuçer ve hate pêşkêşkirin û diyar kir ku ji sedê 2.9’ê welatiyên Herêma Kurdistanê ber çekêm kîmyawî ketine. Ew gazên ku li Helebce û Başûrê Kurdistanê hatine bikaranîn, gazên xerdel, gazên demarî, gaza sarîn ku bandoriyê rasterast li ser jîngehê dikin û dibin sedema têkdana sîstema jîngehê, tinekirina mirov û candaran hatine bikaranîn. Gazên demarî, rasterast bandoriyê li ser demar dike. Bandoriyek mezin li ser jîngehê dike.”

Panela duyemîn “binpêkirina yasaya navneteweyî ya qedexeya bikaranîna çekên kîmyawî û berdewambûna jenosîda li ser gelê Kurd” bû. Ji aliyê Parêzer Hejar Kakeyî ve hate pêşkêşkirin. Hejar Kakeyî got: “Ew hemû peymanên li ser asta cîhanê hatine kirin, li ser qedexekirina hilberîn û bikaranîna çekên kîmyawî ne. Lê, heta niha nekarîne rê li pêşiyê bigirin. Peyman tenê rûgeşî ne û lê ti welatên qala mafên mirovan dikin bi van peymanan ve negirêdayî ne. Bi salane Tirkiye bi Başûr û Rojavayê Kurdistanê çekên kîmyawî bi kar tîne. Lê heta niha ti aliyek navneteweyî îşaret bi vê mijarê nekirine. Heta niha li Parlamentoya Iraqê û ne jî li Parlamentoya Herêma Kurdistanê yasayek ji bo qedexekirina bikaranîna çekên kîmyawî nehatiye derxistin. Lewma ger yasayek hebûya, bi biryara dadgehê dikarîn bibin navendên navneteweyî.”

Panela sêyemîn bi navê “Sedema dubarebûn û berdewambûna jenasîd û çekên kîmyawî yên li dijî gelê Kurd çine?” pêk hat. Di panelê de Lêkolînvanê Jenosîdan Aso Emîn axivî û diyar kir ku ji ber hegemonyageriya dewletan jenosîda li dijî gelê Kurd berdewame. Herwiha qala kîmyabarana ji aliyê rejîma Sedem ve li dijî gelê Kurd hatî bikaranîn û riya çaseriyê ya Rêber Ocalan a konfederalîzma demokratîk kir.

Di dawiyê panelê de beşdaran nêrînên xwe anîn ziman.