Li Çilaxa semîner li ser xwespartinê li gorî fikrê rêber Ocalan

‎Di çarçoveya 25′ê Mijdarê de, semîner li Çilaxa hate lidarxistin, tê de endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Qamişlo banga xwespartinê li gorî fikr û felsefeya rêber Ocalan hat kirin.

Li Çilaxa semîner li ser xwespartinê li gorî fikrê rêber Ocalan
19 mijdar, 2022   17:39
QAMIŞLO ‎

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan a cîhanê, Kongra Star a navçeya Çilaxa semînerek ji endamên saziyên navçeyê re li hola ‎Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) da.‎

Berdevka Desteya Tendûristiyê ya Qamişlo Firyal Îbrahîm semîner bi rêve bir. Di semînerê de zayendperestî li gorî nirxandinên rêber Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin ku banga azadiya zayendî ya civakî, wekheviyê di navbera her du zayendan de dike.

/ar/uploads/files/2022/11/19/143728_dsc_0140.webp

Firyal di semînerê de behsa civaka xwezayî û rola jinan tê de û di vedîtina keşfên tenduristî, çandinî û gelek qadên din de.

Firyal wiha got: “Zihniyeta dewletê ku li ser desthilata baviksalarî ava bûye, bingeha fikrê zayendperestî ye. Ew armanc dike ku cudahiyê di hemû qadên jiyana civakî û pîşeyî de bixe di navbera her du zayendan de. Ji ber wê divê her du zayend xwe li ser fikrê rêber Ocalan bi rêxistin bikin ku banga azadiya zayendiya civakî û wekheviyê di navbera her du zayendan de dike.” 

Di dawiya semînerê de, Firyal piştrast kir ku fikrê têkbirina vî fikrî erkê her du zayendan e ku li hember hemû cureyên tundiyê û zihniyeta baviksalarî bisekinin. ‎

Semîner bi berzkirina silogana “Jin, Jiyan, azadî” bi dawî bû.‎

‏ (‏dm‏)

ANHA         ‏