​​​​​​​TEV-DEM′ê peyama sersaxiyê ji bo qurbaniyên Silêmaniyê da

TEV-DEM′ê di peyama sersaxiyê de serê ji gelê Kurd, di serî de şêniyên Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, malbatên teqîna Silêmaniniyê û hêviya şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.

​​​​​​​TEV-DEM′ê peyama sersaxiyê ji bo qurbaniyên Silêmaniyê da
18 mijdar, 2022   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê teqîna gazê li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyameke sersaxiyê da û tê de wiha got: "Me bi xemgînî heta niha agahiya wefata 11 kesan û birîndarbûna zêdetirî 20 kesan ji gelê ‎me yê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bihîst.

Em sersaxiyê ji gelê Kurd re, bi taybet ji şêniyên Silêmaniyê re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin."

(fr) ‎

ANHA