PYD′ê sersaxî da gelê Başûrê Kurdistanê

PYD′ê sersaxî ji şêniyên Silêmaniyê û malbatên qurbaniyên teqîna li bajar re xwest û diyar kir ku “Birîna her parçeyekî Kurdistanê birîna Rojavayê Kurdistanê ye jî."

PYD′ê sersaxî da gelê Başûrê Kurdistanê
18 mijdar, 2022   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê sersaxî ji şêniyên Silêmaniyê û malbatên qurbaniyên teqîna gazê ya li nêzî bajêr xwest.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Me bi xemgînî heta niha agahiya wefata 11 kesan û birîndarbûna zêdetirî 20 kesan ji gelê me yê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bihîst.

Em bi gelê xwe yê Silêmaniyê re ne û sersaxiyê ji hikumeta herêmê û YNK′ê û tevahî malbatên qurbaniyan re dixwazin û hêviya şîfaya lezgîn dixwazin. Em diyar dikin ku gelê me yê Kurdistanê li her cihî yek gel e û birîna her parçeyekî birîna Rojavayê Kurdistanê û PYD′ê ye jî.

Em ji gelê Kurdistanê û tevahî gelê herêmê re aştî, ewlehî û azadiyê dixwazin û em ji bo van li ber xwe didin û ew dihêlin em bi nirx û doza xwe ve girêdayî bin û çareyeke destûrî û demokratîk a adilane bibînin. Di heman demê de em diyar dikin ku xizmetkirina gelê me û başkirina rewşên wî yên debarê, têkoşîna ji bo berjewendiyên wî û pêkanîna geşkirina mayînde girîngtirîn pabendbûna exlaqî li hember gelê me ye.

Sere gelê me yê Kurdistanê û malbatên qurbaniyan sax be.”

(fr)