Azerbeycanê biryar da balyozxaneya xwe li Til Avivê veke

Azerbeycanê ragihand ew ê li Îsraîlê balyozxaneya xwe veke, di heman demê de wezîrê Karên Derve yê Îranê Îsraîlê bi geşkirina hebûna xwe li gelek herêmên Azerbeycanê tawanbar kir.

Azerbeycanê biryar da balyozxaneya xwe li Til Avivê veke
18 mijdar, 2022   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Azerbeycanê bi fermî biryar da, ku balyozxaneya xwe li Îsraîlê veke û navenda wê li Til Avivê be. Ew yek piştî erêkirina parlamentoya Azerbeycanê pêk hat.

Tê payîn Azerbeycan yekemîn dewleta ku piranî gelê wê şîe ne, balyozxaneya xwel i Îsraîlê veke.

Li aliyekî din jî wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan Îsraîlê bi geşkirin hebûna xwe li gelek herêmên Azerbecyanê tawanbar kir.