Li Derayê serokekî şaredariyê hat kuştin

Di êrişeke çekdarî de serokê şaredariya gundewarê rojhilat ê Derayê hat kuştin.

Li Derayê serokekî şaredariyê hat kuştin
12 mijdar, 2022   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Derayê aloziya ewlehiyê dewam dike. SOHR`ê ragihand ku serokê şaredariya Elma ya gundewarê rojhilatê ê Derayê di êrişeke bi guleyan de ya ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve 474 êriş bi rêbazên cûda li Derayê pêk hatine. Di encamê de 413 kes hatin kuştin ku piraniya wan welatî, leşkerên hikumeta Şamê û hevkarên saziyên wê yên ewlehiyê û kesên ku "çareserî" pêk anîne ne.  

Ev rewş nîşan dide ku hikumeta Şamê li herêmên ku "çareserî" lê pêk anîne, bi taybet li Derayê nikare ewlehiyê kontrol bike.