​​​​​​​Ji bo meşa sibe ya li dijî êrişên kîmyewî banga tevlêbûnê

Endamên PYD, Kongra Star û Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava ji bo meşa sibe ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, banga tevlêbûnê kirin.

​​​​​​​Ji bo meşa sibe ya li dijî êrişên kîmyewî banga tevlêbûnê
11 mijdar, 2022   23:35
QAMIŞLO

Li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîlayên azadiyê, şêniyên herêma Cizîrê amadekariyên meşeke girseyî dikin ku di roja Şemiyê 13ʹê Mijdarê bi diruşma "Bi îradeya gel û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirker û xiyanetê têk bibin" were lidar xistin.

Însiyatîfa Gel a  Herêma Cizîrê  10ʹê Mijdara 2022ʹyan bi daxuyaniyekê bang li şêniyên herêma Cizîrê, bi saziyên wê yên sivîl û partiyên siyasî kir ku bi xurtî beşdarî meşê bibin.

ʹGEL GERÎLA YE, GERÎLA GEL Eʹ

/kr/uploads/files/2022/11/11/175356_-.webp

Endama Meclisa Giştî ya PYDʹê Ahîn Elî got: "Wê helwesta me li hemberî van êrişan xurt be. Em nahêlin dewleta Tirk a dagirker bighêje armanca xwe."

Ahîn Elî bang li gelên herêmê, bi partiyên siyasî, rêxistinên û saziyên sivîl kir ku tev li meşê bibin û wiha domand: "Em tev li meşê bibin da ku nameya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bighînin gerîla û ji tevahî cîhanê îsbat bikin ku gerîla gel e û gel gerîla ye."

ʹGERÎLA MIROVAHIYÊ DIPARÊZE, DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVINʹ

/kr/uploads/files/2022/11/11/175413_-.webp

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava Rîm Dada jî diyar kir ku gerîla  ji keç û xortên vî gelî ne û li şûna tevahî gelan mirovahiyê ji qirkirinê diparêzin.

Rîm Dada her wiha got: "Çeka gerîla ramanê rêber Ocalan e. Şehadeta wan bi çekên kîmyewî êşeke mezin ji bo mirovahiyê ye. Li ser vê yekê divê mirovahî di vê pêvajoya hestiyar û awarte de xwedî helwest be, xwedî li gerîla derkeve û sûcên dewleta Tirk şermezar bikin."

Rîm Dada her wiha banga tevger û têkoşîna li gorî rihê pêvajoya hestiyar û ramanê rêber Ocalan û tolhilanîna ji şehîdan re kir û got: "Divê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jinên ciwan bi xurt tev li meşê bibin."

/kr/uploads/files/2022/11/11/175427_-.webp

Endama rêveber a Kongra Star a kantona Qamişlo Şaha Xelîl bal kişand ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker û ev tişt got: "Tevahî dewlet di rijandina xwîna gelê me de şirîkên dewleta Tirk a dagirker in. Bêdengiya wan rûreşiyek e. Divê dewletên bêdeng êdî helwesta xwe li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li djiî gel me û zarokên me yên li çiyayên Kurdistanê diyar bike."

Şaha Xelîl bang li şêniyên herêma Cizîrê ki ku beşdarî meşa girseyî ya ku dê 13ʹê Mijdarê were lidarxistin bibin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla û bêdengiya navneteweyî şeremzar bikin û piştgiriyê bibin gerîla.

ANHA