Tê texmînkirin ku bi sedhezaran kes tev li xwepêşandana 13`ê Mijdarê bibe

Komîteya amadekar a xwepêşandana navendî ya li dijî êrişên kîmyewî ya ku dê 13`ê Mijdarê bê lidarxistin, texmîn dike ku nêzî 400 hezar kes tev li xwepêşandanê bibin. Li ser vê esasê jî meclisên bajar û navçeyên kantona Qamişlo dest bi amadekariyan kirine.

Tê texmînkirin ku bi sedhezaran kes tev li xwepêşandana 13`ê Mijdarê bibe
12 mijdar, 2022   06:32
QAMIŞLO

Şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe amadekariyên tevlêbûna xwepêşandana navendî ya ji bo şermezarkirina êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk ên li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin. Xwepêşandan dê 13`ê Mijdarê bi dirûşma "Bi vîna gel û gerîla me ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin" were lidarxistin.

Xwepêşdandêrê dê ji taxên Qamişlo piştî kombûna şandeyên bajar û navçeyên kantonên Hesekê (Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Şedadê, Hol, Sifeya) û Qamişlo (Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Birak, Til Hemîs û Amûdê) ber bi yarîgeha Şehîdên 12’ê Adarê ve bimeşin.

Komîteya Amadekar a xwepêşandanê texmîn dike ku nêzî 400 hezar kes beşdarî meşê bibin.

AMADEKARIYA NAVÇEYÊN QAMIŞLO

Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Mihemed Zekî destnîşan kir ku hemû pêkhateyên navçeyê dê tev li xwepêşandana navendî bibin û got: “Em ji bo tevlêbûneke mezin a gel bi rêya meclis û komînan amadekariyê dikin û erebeyan amade dikin.”

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîms jî diyar kir ku wan 100 erebe ji bo şêniyên herêma Beravê û Koçerat û 80 erebe ji bo şêniyên bajarê Dêrikê amade kirine û got: “Ji bo tevlêbûna hejmareke mezin bi meclis û komînan re koordîne hat kirin û cihên kombûna şêniyan jî hatin diyarkirin.”

Ebdama rêveber a Meclisa Navçeya Til Birakê Leyla Zexîn jî da zanîn ku meclisa navçeyê 35 erebe ji bo şêniyên navçeyê û erebeyên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade kirine ku dê saet di 09:00’ê sibehê de kom bibin û berê xwe bidin bajarê Qamişlo.

Her wiha, hevserokê navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemerî diyar kir ku 50 erebe ji bo şêniyan amade kirine ku tê pêşbînkirin hejmara wan nêzî 700 kes e û koordîne bi çar bajarokên Ebû Cirin, Ekaz, Til Ehmed û Ceza re hatiye kirin.

Cîgira hevseroketiya Meclisa Kantona Qamişlo Şemal Melik jî diyar kir ku wan cihê kombûna şêniyan berî ku berê xwe bidin yarîgehê diyar kiriye û texmîn kir ku 50 hezar kes tev li xwepêşandanê bibe.

(mh)

ANHA