​​​​​​​Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê: Em ê herêmê ji her êrişan biparêzin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kirin ku ew amade ne bersiva êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bidin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

​​​​​​​Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê: Em ê herêmê ji her êrişan biparêzin
12 mijdar, 2022   00:45
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de geşedanên leşkerî yên bilez rû didin. Herî dawî dewleta Tirk a dagirker çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) li navenda bajarê Efrînê û gundewarê wê û li gundên bakur û rojavayê Minbicê li hember baregehên hêzên hikumeta Şamê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Babê bi cih kirin.

Der barê geşedanên dawiyê yên li gundên li beramberî Meclisa Leşkerî ya Babê de, şervanên meclisê diyar kirin ku li vê dawiyê çeteyan tevgera xwe li gund û eniyên li hember hêzên meclisê zêde kirin.

/kr/uploads/files/2022/11/11/182129_-1.webp

Şervanê bi navê Nebîl El Hîlal got: “Çeteyan bi awayekî balkêş tevgera xwe li eniyên li hember me zêde kirine.”

El Hîlal soz da hevalên xwe yên şehîd û malbatên wan û gelê herêmê ku ew ê destkeftiyên herêmê biparêze û bersiva her êrişên li ser herêmê bidin.

/kr/uploads/files/2022/11/11/182146_-1.webp

Şervanê bi navê Cûdî Marûf jî da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam di baregehên artêşa Tirk a dagirker a li gundê Yaşlî de bi cih bûne û got, dewleta Tirk a dagirker destekê dide wan çeteyan da ku bêhtir komkujiyan li dijî şêniyên herêmê pêk bînin.

Marûf wiha li axaftina xwe zêde kir: “Wek çawa me herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, em ê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jî rizgar bikin. Divê em bi îrade û berxwedaneke mezin li hember dijmin bisekinin da ku aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bikin.”

Herdu şervanan destnîşan kirin ku têkoşîn û îsrara wan a rizgarkirina herêmên dagirkirî di serî de bajarê Babê berdewam in.

 (mh)

ANHA