​​​​​​​Piştî 62 salan, agirê sînemaya Amûdê li cihekî din pêdikeve

Fewziye Hec Ehmed yek ji şahidên komkujiya sînemeya Amûdê ye, diyar kir ku bi destê hêzên hikumdar nifşekî zarokên Amûdê ji dest çû. Her wiha destnîşan kir ku siyasetên bi wî rengî heta niha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Kurdan berdewam dikin.

​​​​​​​Piştî 62 salan, agirê sînemaya Amûdê li cihekî din pêdikeve
12 mijdar, 2022   01:50
QAMIŞLO – XALID ETÊ

Tevî ku 62 sal di ser komkujiya şewata sînemaya Amûdê re derbas bûn, lê hîna jî hûrgiliyên wê di hiştê xelkên herêmê de zindî ye. Di encama vê komkujiyê de bêhtirî 280 zarokên navçeyê jiyana xwe ji dest da.

Ev komkujî heta roja me ya îro bê hesab maye.  Di wê demê de rêveberê navçeyê bi îdiaya piştgiriya şoreşa Cezaîrê ya li dijî Fransiyan, bi sedan zarokên dibistanên navçeyê ji bo temaşekirina fîlmê misirî “Şebeh Muntesef El Leyl” di sînemaya Şehrezad  de kom kirin.

Dema ku zarokan li fîlm temaşe dikir, çirûskek agir ji projektorê derket, agir gihîşt dîwarên textî û bi tevahî hola sînemayê ket ku zarok jî jê bêpar neman.

Ji bo bîranîna zarokên ku di vê komkujiyê de şehîd bûne, di sala 1961’an de li cihê komkujiyê parkek bi navê “Parka Şehîdan” hat avakirin.

ROJA KOMKUJIYÊ BI ÇAVÊ ŞAHIDAN

/ar/uploads/files/2022/11/11/172356_fwzyh-hj-ahmd.webp

Yadê Fewziye Hec Ehmed (70) yek ji şahidên komkujiyê ye ku wê demê 8 sal bû, hin ji hurguliyên komkujiyê bi bîr tîne.

Yadê Fewziya Hec Ehmed dibêje: “Di roja komkujiyê de min serlêdana mala bapîrê xwe ya li bajarê Amûdê kiribû. Berî ku dinya tarî bibe pismamê min bi girî û şopên şewatê li destê wî ket malê û ‘Amûdê dişewite’ qîriya. Piştî me ev agahî bihîst me berê xwe da cihê wê. Du pismamên min û kurekî meta min di hundirê sînemayê de bûn.”

Yadê Fewziye li ser zimanê pismanê xwe yê ku li sînemeyê li birayên xwe digiriya wiha parve dike: “Pismanê min digot, sînema dişewitî. Mihemed Seîd Axa Deqorî komeke zarok xelas kirin. Min di hundirê sînemayê de birayê xwe dît û min hewl da wî ji êgir derxînim, lê belê yekî din ew di pencereyê re avêt û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Gelek zarok xeniqîn û şewitîn, hinek hebûn jî piştî ku di bîra nêzîkî sînemayê de werbûn jiyana xwe ji dest da.’”

NIFŞEKÎ TAM BÛ QURBAN

Yadê Fewziye Hec Ehmed bi bîr tîne ku piştî bûyerê kehrebe li ser tevahî Amûdê hat qutkirin û wiha didomîne: “Ew roj wek ku roja mehşerê bû, xemgînî ket hemû malan, herkes li çarenûs û pêşeroja zarok û mirovên xwe tirsiyabûn. Rewş heta sibeha roja din wiha dewam kir. Piştre me bihîst ku herdu pismamên min jiyana xwe ji dest da. Em çûn mizgeftê me bi sedan cenazeyên zarokan li erdê dîtin, di nav de cenazeyê Seîd Mihemed Axa Deqorî hebû ku di dema xelaskirina zarokan de jiyana xwe ji dest dabû.”

Der barê siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdan pêk dianîn de, yadê Fewziye got: “Komkijî bê helwest derbas bû, lê belê di serhildana 2004’an de rewş hat guherîn û gel li dijî siyasetên qirkirin û komkujiyan ên ji aliyê rejîma Sûriyê ve rabûn û bûn yek. Va ye em jî niha xwedî şoreşek in û xwedî hêzekê ne ku em gelê xwe ji zilmê diparêzin.”

KOMKUJÎ BI AWAYÊN CUDA BERDEWAN IN

Dayika Fewziye Hec Ehmed destnîşan kir ku dewletên dijber heta niha komkujiyan bi çekên kîmyewî li dijî gerîla pêk tînîn û got, ev komkujî berdewamiya komkujiya Amûdê ne.

Di dawiya axaftina xwe de yadê Fewziye Hec Ehmed got, divê gel helwesteke cidî li hember komkujiyên ku dewleta Tirk di şexsê gerîla de li dijî Kurdan pêk tîne, bide û got: “Ev pêvajo ji bo me hestiyar û zehmet e. Divê gel li hemberî zilma dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên wê yên li dijî gerîla rabe û bêdeng nemîne.”

 (mh)

ANHA