Rojnamevanê êzidî: PDK û Tirkiye li pey şikandina îradeya Şengalê ne

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî ku pêvajoya rizgarkirina Şengalê şopandiye destnîşan kir ku di nava 7 salan de li Şengalê îradeyek hatiye avakirin, lê PDK û Tirkiye bi êrişên xwe dixwazin vê îradeyê bişikînin.

Rojnamevanê êzidî: PDK û Tirkiye li pey şikandina îradeya Şengalê ne
12 mijdar, 2022   03:25
QAMIŞLO - DELÎLA GABAR

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Mûsilê dagir kir, berê xwe da Şengalê û 3’yê Tebaxa 2014’an ji başûrê Çiyayê Şengalê dest bi komkujiyan kir. Bi hezaran pêşmerge bi talîmata PDK’ê ji Şengalê vekişiyan. Berxwedan bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA-Starê, şervanên YPG û YPJ’ê û piştre Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) pêk hat. Di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke berfireh a leşkerî navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî der barê rizgarkirina Şengalê û polîtîkayên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Şengalê de ji ajansa me re axivî.

'ŞENGAL BI DESTÊ GERÎLA Û CIVAKA ÊZIDÎ HAT RIZGARKIRIN'

Îbrahîm Êzidî bi bîr xist ku dema çeyetên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, li aliyekî berxwedan li aliyê din jî terikandin û xiyanet hebû û got: “Wê demê PDK ji Şengalê derket, her kes dizane ku PDK’ê îxanet li civaka êzidî kir û heta roja îro li ser xeta îxanetê dimeşin. Lê li beramberê wê gelê Şengalê berxwedaneke dîrokî nîşan da. Şengal bi destê gerîla û civaka êzidî hat rizgarkirin."

Îbrahîm Êzidî diyar kir ku di 7 salên piştî rizgarkirina herêmê de gel rêveberiya xwe ava kiriye, PDK’ê her tim li dijî rêveberiya Şengal kar kiriye û got: "Dema ku dîtin civaka êzidî tune nabe, destek da dewleta Tirk ku bi rêya balafirên xwe wan tune bike.”

Îbrahîm Êzidî, bal kişand ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê bênavber êrişî Şengalê dike, dixwaze bi van êrişan îradeya wê bişikîne û wiha dom kir: "Tenê di nava 10 rojan de çar caran li ser Şengalê êriş pêk anîn. Bi vê yekê PDK dixwaze planên xwe yên ku nekarîne bi ser bixe, pêk bîne. Tirkiye jî bigihêje hedefa xwe."

‘PDK DESTEKÊ DIDE XEYALÊN DEWLETA TIRK’

Îbrahîm Êzidî, hikumeta Iraqê ji ber bêdengiya wê ya li hember êrişan rexne kir û diyar kir ku hikumeta Başûr jî zemînê ji êrişên dewleta Tirk re çêdike. Îbrahîm Êzidî got: “Destekê dide xeyalên dewleta Tirk û dixwazin li ser herêmê pêk bînin. Bi taybet jî dema pêngava vegera koçberên êzidî li Şengalê dest pê kir, êrişên dewleta Tirk zêdetir bûn. Em dibînin dema gel vedigere, PDK bi nêzîkatiyên xwe û dewleta Tirk jî bi êrişên xwe dibin asteng.”

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî bal kişand ser helwesta gelê Şengalê ya li hemberê Peymana 9`ê Cotmeha 2020`an û diyar kir ku têkoşîneke bi vî rengî dê planan vala derxîne.

ANHA