​​​​​​​Li Helebê ji bo piştgiriya Kobanê meşek hate lidarxistin

Bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Kobanê em ê dagirkeriyê têk bibin”, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di Roja Kobanê ya Cîhanê de tev li meşeke girseyî bûn.

​​​​​​​Li Helebê ji bo piştgiriya Kobanê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo piştgiriya Kobanê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo piştgiriya Kobanê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo piştgiriya Kobanê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo piştgiriya Kobanê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo piştgiriya Kobanê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo piştgiriya Kobanê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo piştgiriya Kobanê meşek hate lidarxistin
1 mijdar, 2022   15:08
HELEB

Roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye û bi vê boneyê Kongra Star meşek li Helebê ji bo berdewama piştgiriya bi Kobanê re li dar xist.

Şênî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û li nav kolanên taxê geriyan û ber bi çerxerêya Zeytûn ve çûn. Di meşê de alên Kongra Star, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdên berxwedana Kobanê û gerîla hildan.

Li wir, endama koordînasyona Kongra Star Fehmiye Hemo piştgiriya xwe bi berxwedana Kobanê re nîşan da û got: “Hebûna me li vir ew e ku em ê piştgiriya xwe bi Kobanê re dewam bikin û em serbilind in, li vir in."

Der barê fedakariya şehîdên Kobanê û destkeftiyên ku wan bi dest xistine de Fehmiye got: “Em di şexsa şehîd Arîn Mîrkan de ku agirê şoreşê li Rojava pêxistiye û bûye sembola jina azad, hemû şehîdan bi bîr tînin.”

Endamê rêveber ê Meclisa taxa Rûbar Qamişlo Bedran Hemo, di şexsa şehîdên Kobanê de hemû şehîd bi bîr anîn û got: “Di berxwedana Kobanê de gel îradeya xwe derxist pêş û bihêztirîn rêxistinên terorî têk bir.”

Bedran Hemo wiha li gotina xwe zêde kir: “Berxwedan bi piştgiriya gel ji hêzên xwe re û îradeya xurt berdewam kir, ku li dawiyê jî li ser şopa rêber Abdullah Ocalan wan serkeftin misoger kir.”

Meş bi girtina govendan li ber stranên şoreşgerî û folklorîk bi dawî bû.

(mh)

ANHA