​​​​​​​Şêniyên Dêrik û Girkê Legê Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

Şêniyên Dêrik û Girkê Legê yên Kantona Qamişlo bi meşeke bi wesayîtan Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.

​​​​​​​Şêniyên Dêrik û Girkê Legê Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
1 mijdar, 2022   17:35
QAMIŞLO

Karwana wesayîtan ji aliyê têketina bajarê Dêrikê dest pê kir û li nav taxên bajêr geriya.

Li navçeya Girkê Legê jî meş ji qada şehîd Xebat ber bi çerxerêya Azadî ve dest pê kir.

Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên berxwedana Kobanê hildan û berxwedana Kobanê silav kir.

(mh)

ANHA