Piştî tunekirina terorê li herêmê tevgera şanoyê geş dibe

Ruxmî wêraniya bi dikên şanoyê yên gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûye, piştî ku ji aliyê çeteyan ve hatin dagirkirin, lê dîsa jî şêniyên herêmê tevgera şanogeriyê ji bin kavilan rakir û bi pêş xist piştî ku çete bi destê QSD`ê ji herêmê hatin derxistin.

Piştî tunekirina terorê li herêmê tevgera şanoyê geş dibe
18 cotmeh, 2022   07:17
KOBANÊ

Roj bi roj şano ji bin tarîtiya ku pergalên zordest radibe û bi hêviyên şêniyên herêmê zayîna xwe careke din radigihîne.

Tevgera şanogeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber siyasetên pergala desthilatdaran, qeyd li ser hebûn û şanoger dihatin girtin. Piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê zirarên mezin gihaştin navendên çand û huner ku ji xwe re kirin girtîgeh û baregeh û tê de îdeolojiya DAIŞ`ê fêr dikirin. Lê vîna şêniyên herêmê ji wan bi hêztir bû, teror tune kir û zayîna nû ragihand.

Hevserokê Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Osman Elî têkildarî mijarê got: “Şer navendên me kir kavil, rast e, lê şêniyên herêmê bi zendên xwe her tişt ji berê baştir vegerandin. Dema dijminên me êrişî me dikin, destpêkê êrişî van navendan dikin, qirkirina çanda me dikin hedef. Gelê di aliyê hunerî de wêra dibe, koka wî jî wêran dibin.”

Elî wiha domand: “Dema em behsa şanoyê dikin, em behsa hunerekê dikin ku di nav xwe de gelek cureyên hunerê dihewîne, dikin. Şano, neynûka civakê ye. Bi rêya wê şêniyên herêmê bersiva, êrişkeran dide ku hewl didin çanda wan qir bikin. Ji ber wê çand û hunera li herêmê di nav dorpêçê de bû. Lê piştî Şoreşa Rojava, çanda me taybetmendiyeke din girt. Tevgera şanogeriyê, ji bin kavilê terorê rabû û ber bi ronahiyê ve hilkişiya.”

Der barê hewldanên pêşxistina tevgera şanogeriyê de Elî got: “Em hewl didin karîgeriyên nifşê ciwanan bi pêş bixin bi rêya pêşxistina tevgera şanogeriyê. Herî kêm em dikarin mîhrîcanan li dar bixin ku ciwan bi rêya wê dikarin xwe bi pêş bixin û tecrubeya xwe xurttir bikin. Tîmên ji derveyî herêma Firatê tên nas bikin. Armanca me ji lidarxistina Mîhrîcana Arîn a Şanoyê; nasandina şêniyên herêmê bi şanoyê û armancên wê bû.”

BI SAYA MÎHRÎCANAN TEVGERA ŞANOYÊ GEŞTIR BÛ

Li aliyekî din aliyên hunerî li herêmên Rêveberiya Xweser hewl didin, Tevgera Şanogeriyê ji nû ve ava bikin bi taybet li herêmên ku DAIŞ`ê ber dagir kirine. Mîna Reqayê ku gelek sal di tarîtiya terorê de ma û tevgera şanogeriyê ji holê rabû. Lê îro piştî rizgarkirina bajêr bi destê QSD`ê, li bajêr gelek komên şanoyê ava bûn û tev li gelek mîhrîcanan bûn ku li herêmên hatin lidarxistin.

Derhênerê şanoyê û hevserokê Komîteya Çand û Şûnwaran a Reqayê Fîras Remadan ku bi rêya şanoya “Diyalog di nava koma çopê de” tev li Mîhrîcana Arîn Kezîyên Aştiyê bûye, got: “Tevgera şanogeriyê li herêmê piştî şerên ber, ber bi ronahiyê ve hilkişiya. Nexasim di du salên derbasbûyî de. Ev bi saya mîhrîcanên ku li herêmê lidar ketine pêk hat mîna Mîhrîcana Yaxt a Şanoyê, Mîhrîcana Arîn Keziyên Aştiyê ye. Destpêkê, lawazbûnek di tevgerê de hebû, lê niha bi saya van mîhrîcanan geştir bû.

Her wiha Remadan wiha domand: “Di salên borî de, her herêmek komên xwe yên şanoyê ava kirin mîna bajarê Reqayê ku zêdetirî komeke şanoyê lê heye. Sê ji wan tev li Mîhrîcana Arîn bûn. Pirbûna mîhrîcanan, rihek da şanoyê.”

Der barê lawazbûna şanoyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Remadan got: “Hejmara şanoger û derhêneran û akademîsyanan kêm e. di şanoyê de her yek li gorî derfeta xwe ya besît kar dike û xwe bi xwe bi pêş dixe.”

(şx)

ANHA