​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Ereb: Hevgirtina me dê planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk têk bibe

Rûspiyên eşîrên Ereb diyar kir ku hevgirtina wan dê planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk têk bibin. Her wiha baweriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk û sîstema wan ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye temsîl dike, anî ziman.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Ereb: Hevgirtina me dê planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk têk bibe
18 cotmeh, 2022   07:45
QAMIŞLO

Ji destpêka aloziya li welêt ve dewleta Tirk di nava bêdengiya navneteweyî de bi awayekî domdar êrişan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk tîne, hin herêm dagir kirine û sûcên dermirovî, sûcên şer, guhertina demografîk û talankirina xwezz û şûnwaran û guhertina demgorafîk pêk tîne.

Rûspiyê eşîra El Tifîhîn a navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo Silêman Mihemed El Silêman diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere û li pêş çavên cîhanê êrişî ax û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, lê heta niha tu kesî sûcên dewleta Tirk şermezar nekirine.

El Silêman wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker armanc dike projeya xwe ya osmanî pêk bîne. Dewleta Tirk ne tenê pêkhateyekê yan jî gelekî dike hedef, lê belê hemû kesên li pêşiya projeya wê ya mêtinger disekinin, dike hedef.”

El Silêman diyar kir ku eşîra El Tifîhîn li kêleka Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) e û di nava Rêveberiya Xweser de dê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.  Her wiha anî ziman ku ew amade ne ku bi şervanan re şer bikin û got: “Em amade ne ku li hember êrişan bisekinin û em ê li kêleka hêzên xwe şer bikin.”

Rûspiyê eşîra El Şemer Ehmed Şetî El Şemerî li ser gotinên wî teqez kir û got: “Aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya ji bo çareseriya aloziya Sûriye pêşniyar kirine, li kêfa dewleta Tirk a dagirker nayê, ji ber ku ew li dijî hewldanên dewleta Tirk a vejandina osmaniyan li ser axa Sûriye ye.”

El Şemerî bal kişand ser helwesta êlê ya li hember dagirkeriya Tirk û êrişên wê û got: “Em eşîra El Şemer a ku li Sûriyê û dewletên Erebî belav dibin, tu carî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên xwe qebûl nake."

El Şemerî ev li gotinên xwe zêde kir: “Sûriyê bi pêkhateyên xwe mozaîk e. Pirrengiya wê, bedewiya wê xuya dike. Sûriye civakeke ji berê ve civakeke hevgirtî ye. Ji ber wê em guhertina binesaziya civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin.”

El Şemerî bang li hêzên navneteweyî, Rûsya û Amerîka, rêxistinên mafên mirovan kir ku bi awayekî cidî li hember êrişên dewleta Tirk a faşist bisekinin ku aramî û ewlehiya herêmên ji DAIŞ'ê rizgar bûne, dike hedef.

Li Reqayê jî rûspiyê eşîra El Bû Xemîs, Mistefa Hemşo da zanîn ku rêbazên dewleta Tirk hovane ne û topbaran û êrişên wê li dijî welatiyan jî sûc in. Hemşo bang li raya giştî kir ku erka xwe li hember Bakur û Rojhilatê Sûriye bi cih bînin û êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

Hemşo wiha axivî: “Dewleta Tirk hewl dide xwîna gelê Sûriye birjîne û fermandarên li Bakur û Rojhilatê Sûriye dike hedef û dixwaze Osmaniyan vejîne. Lê belê ji ber rêveberiya aqilmend a herêmê û gelê wê bi wê re ye, Erdogan û çeteyên wê dê nekarin vîna wan bişkîne.”

Her wiha rûspiyê eşîra El Helîsat Hemûd El Hemûd jî got: “Dewleta Tirk bi hinceta şerê terorê, êrişî herêmê dike. Lê yê desteka wê dike. Delîl jî, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û çeteyên Artêşa Nîştimanî ku hêzên me yên leşkerî li Reqa û kampa Holê girtine. AKP berpirsê şaneyan e û destekê dide terorê.”

El Hemûd destnîşan kir ku herêm ji beriya çenda salan ve hatiye rizgarkirin û ew dixebitin ku rewşa herêmê ya civakî û xizmetguzarî bi pêş bixin, lê dewleta Tirk hewl dide bi rêya piştgiriya terorê, ewlehiya herêmê têk bibe.

El Hemûd di dawiya axaftina xwe got: "Em aştîxwaz in û bi hev re di nav aştiyê de bi hezkirin dijîn. Gelê Tirk cîran e, lê AKP`ê bi serkêşiya Erdogan hewl dide fitneyê derxe û projeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser li herêmê têk bibe.”

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hMRanR1JY0s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>