ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-10-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-10-2022`YAN
17 cotmeh, 2022   23:00

Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrazorê şehîd Hevrîn Xelef bi rêya lidarxistina panelekê bi bîr tîne saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a kantona Hesekê şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li hola navenda PYD`ê ya li Hesekê bi bîr tîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aldar Xelîl, destnîşan kir ku hewldanên dewleta Tirk ên destpêkirina pêwendiyên bi Şamê re taktîkî û ji bo berjewendiyan e, lewma divê Şam bi van nexape û bi Rêveberiya Xweser re ji bo çareseriya pirsgirêkan rûne. Xelîl, destnîşan kir ku pevçûnên çeteyan ên li Efrînê û serwerkirina HTŞ’ê li wê herêmê jî perçeyekî plana Tirkiyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhatiyên Kurd û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û tekez kir ku ew ê ji bo mayîndekirina projeya neteweya demokratîk û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Têkildarî şerê di navbera komên çete de ku bi kontrokirina bajarê Efrînê ji aliyê çeteyên Heyet Terhrîr El Şam ve bi encam bû, nivîskar û siyasetmedar Selah Elemdarî got: "Ev yek bi fermana dewleta Tirk pêk hatiye û têkiliya wê rasterast bi lihevkirinên ewlehiyê yên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de heye." (BI WÊNE)

Şervanê QSDʹê Îsa Şihaze tevî ku ji lingekî xwe bûye û nikare çekê rake, lê têkoşîna xwe didomîne. Îsa rahiştiye kameraya xwe û wateya rasteqîn a fedakariyê îsbat dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîrên herêma Cizîrê destnîşan kirin ku PDK’ê bi hevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk re hewl dide dîroka xwe ya qirêj veşêre û bang li rewşenbîrên Kurd kirin ku rastiyê bigihînin cîhanê û li hember dijminên Kurdan rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Lîwa El Şemal El Demokratî Mehmûd Hebîb bal kişand ser rola QSDʹê ya parastina herêmê û gelên wê û got QSD xurtbûna xwe ji piştevaniya gel digire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîrên ereb piştrast kir ku hevgirtina wan dê planên mêtinger ên dewleta Tirk têk bibin. Her wiha baweriya xwe bi zarokên xwe yên di Hêzên Sûriya Demokratîk de û sîstema wan ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye temsîl dike, anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Ji herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, agahiyeke zelal nayê wergirtin. Sûcên li wan herêman tên kirin jî têra xwe nayên zanîn. Rêxistinên terorê yên îslamî ku dewleta Tirk bi çek dike, li herêmên dagirkirî bi serbestî digerin û her cure sûcî jî dikin. Ne veşartî jî, lê li ser pêzanîna qaşo hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin. Çawa ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava bi agahdarî û destûra hêzên navneteweyî pêk hat, haya wan ji van sûcan jî heye.

JIN

Jina enternasyonalîst Jiyan Bengî qetilkirina jinan wek stratejiya yekemîn a pergala dewletê ku navenda wê zihniyeta desthilatdar e bi nav kir. Jiyan anî ziman ku ji bo guhertin û tunekirina vê sîstemê, divê jin cewherê van pergalan binasin û koka pirsgirêkê fem bikin, bi vî rengî jî têkoşîna xwe bikin yek û sedsala 21'emîn bikin sedsala şoreşa azadiya jinê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Ruxmî wêraniya bi dikên şanoyê yên gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûye, piştî ku ji aliyê çeteyan ve hatin dagirkirin, lê dîsa jî şêniyên herêmê tevgera şanogeriyê ji bin kavilan rakir û bi pêşxist piştî ku çete bi destê QSD`ê ji herêmê hatin derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

CIVAK Û JIYAN

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê 14 cûreyên tovên genimê nerm û hişk li cotkaran belav kirin. Ev xebat di çarçoveya xebatên şîrketê yên piştevaniya warê çandiniyê de pêk tê, ku wek stûnê aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê zanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA