Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê 14 cûreyên tovên genim li cotkaran belav kirin

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê 14 cûreyên tovên genimê nerm û hişk li cotkaran belav kirin. Ev xebat di çarçoveya xebatên şîrketê yên piştevaniya warê çandiniyê de pêk tê, ku wek stûnê aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê zanîn.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê 14 cûreyên tovên genim li cotkaran belav kirin
18 cotmeh, 2022   06:33
QAMIŞLO - ÎSAM EBDULLAH

Gerînendetî û navendên çandiniyê yên li bajar û navçeyên herêma Cizîrê li gorî plana çandiniyê ya ku Desteya Çandinî û Avdanê ji bo mewsima çandiniyê ya nû daniye, li gorî mekanîzmeyeke taybet dest bi belavkirina tovê genim li cotkaran kir.

Cotkar serî li Gerînendetiyên Çandiniyê yên li herêmên xwe didin da ku belgeya "radestkirina madeyan" werbigirin ku bi rêya wê dikarin tov ji Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê werbigirin.

ŞÎRKET 14 CÛREYÊN CUDA YÊN TOVÊ GENIM Ê HIŞK Û NERM BELAV DIKE

Li gorî plana çandiniyê, ji bo her donimek erdên avî 30 kîlogram genimê nerm û 32 kîlogram genimê hişk û ji her donimek erdên bejî 18 kîlogram genimê nerm hat diyarkirin, bi vî rengî genim li seranserê herêma Cizîrê hat belavkirin.

Sazî her kîlogramek bi 2 hezar û 300 lîreyên Sûriyê dide û ji bo cotkarên “zêdekirina peymanê” jî bi 3 hezar û 500 lîreyan dide.  Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ji cotkarên genimê peyman û zêdekirinê re, mazot bi nirxekî baş pêşkêş dike bi şerta ku hilberînên xwe bişînin depoyên şîrketê.

LI DÊRIKÊ HETA NIHA ZÊDETIRÎ 99 MILYON KÎLOGRAM HATIYE BELAVKIRIN

Piştî ku şîrketê di meha Cotmehê de dest bi karê xwe kir, heta niha 99 milyon û 119 hezar û 90 kîlogram li navçeya Dêrikê belav kiriye.

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrikê Şivan Dilî di vê çarçoveyê de ji ajansa me re axivî û got: "Di 8'ê Cotmehê de li Dêrik û Til Elo belavkirina tovan li cotkaran dest pê kir û piştî ku cotkar hemû kaxezên ku ji hêla Daîreya Çandiniyê ve tê xwestin wek ruxset û rûbera erdê dan, li gorî nirxandinên Gerînendetiya Çandiniyê tovan distîne.”

Dilî wiha domand: “Piştî ku cotkar kaxezên xwe pêşkêşî Gerînendetiya Çandiniyê ya herêma xwe dike, dabeşkirin bi rêya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê tê kirin û ji bo şîrketê tê veguhestin û para wî tê dayîn. Bi alîkariya du navendan tov li çaran navçeyan belav dibin, navçeyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer, ku dê xelkê Girkê Legê û Dêrikê para xwe ji Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê li Dêrikê bigirin û cotkarên Çil Axa û Til Koçer dê para xwe  ji depoyên Til Elo bigirin.”

Dilî ev agahî jî parve kirin: “Rojane 70 ton li cotkarên Dêrik, Girkê Legê tê belavkirin. Heman miqdar li depoyên Til Elo li cotkarên navçeyên Til Koçer û Çilaxa tê belavkirin. Tê payîn di rojên bê de ev miqdar zêde bibe.”  

Dilî ev li gotinên xwe zêde kir: "Tovê heyî, di têra cotkaran dike. Cureya wê jî baş e. Ji ber ku tov ji genimê peyman û zêdekirinê dihat belavkirin, cureya yekemîn e, tê kirîn, paqijkirin û pakkirinê. Piştre li cotkarên herêmê tê belavkirin.”

Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Mûsa Hamid ê ji gundê Dugurka yê navçeya Girkê Legê got: "Cure û nirxên tovan baş in. Tu astengî li pêşiya mekanîzmeya belavkirinê dernakeve.”

Her wiha cotkarê ji gundê Hesen Şêxî yê herêma Aliya ya Dêrikê jî got: “Cureyên li bazarê ne wek ên li şîrketê baş in û cotkar dikarin cûreyên ku dixwazin peyda bikin.”

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê sala borî her kîlogramek genim bi 2 hezar û 200 lîre ji cotkaran kirîbû, di heman demê de “genimê peyman û zêdekirinê” bi 2 hezar û 700 lîreyan kiribû. Lê tevî lêçûna paqijkirin û bêtinê jî, nirxê wê bi 2 hezar û 300 lîre diyar kiribû da ku cotkaran teşwîq bike û qada çandiniyê li herêmê pêş bixe.

ANHA