Piştperdeya şerê çeteyan li herêmên dagirkirî çi ye?

Li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bi taybet li Efrînê di navbera komên çeteyan de şer rû da û bi kontrolkirina Efrînê ji aliyê çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” ve bi dawî bû. Gelo armancên wê çi ne? Çima bi taybetî Efrîn?

Piştperdeya şerê çeteyan li herêmên dagirkirî çi ye?
17 cotmeh, 2022   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Di çend rojên dawîn de, li Efrîna dagirkirî di navbera çeteyên Cebhe Şamiyê û Firqeya El Hemzat de şer derket.

Çeteyên Firqeya El Hemzat xwe li çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) girtin, wan jî bi lez û bez li ber çavên hêzên dagirkeriya Tirk karwanên leşkerî ji Idlibê şandin û bajarê Efrînê û derdora wê bi temamî xistin bin kontrola xwe. Çavdêran got ku ev senaryo ji aliyê MÎT`ê ve hatiye plankirin.

Şopdarên rewşê dibêjin ku dewleta Tirk a dagirker li pişt van êrişan e ku armanca wan anîna çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bo Efrînê ye. Her wiha gelek armanc û senaryo jê re danîn, ji wan jî ku dagirkeriya Tirk dixwaze hin komên ku pêkanîna fermanên wê, dereng dixin bi rêya “Tehrîr El Şam” terbiye bike ku îsbat kirin ew koma herî zêde nêzîkî îstixbarata Tirkiyê ne.

Hinekan jî got ku ev geşedan di çarçoveya amadekariyên dan û standinên plankirî yên di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de danîn ku tê pêşbînkirin di encamê de Idlibê radestî hikumeta Şamê û Rûsyayê bê kirin. Ji bo wê jî divê çeteyên Tehrîr El Şam bibin Efrîn, Cerablus û Ezazê. Nexasim ku çeteyên Tehrîr El Şam beriya demekê rêyên bazirganiyê bi hikumeta Şamê re vekirin.  

Piştî ku çeteyên Tehrîr El-Şam, Efrîn û derdora wê kontrol kirin, axaftin li ser lihevkirina di navbera komên çeteyan û vekişîna beşekî ji Tehrîr El-Şam ji Efrînê dest pê kirin. Lê ev yek berê pêk hat û ew venekişîn.

Di 18`ê Hezîranê de, Heyet Tehrîr El-Şam bi karwanên leşkerî yên ku alên “Tevgera Ehrar El Şam” li ser bûn, derbasî nav sînorên bajarê Efrînê bû, piştî ku dest danîn ser dergehê Xezawiyê, navçeya Cindirêsê û çend gund û bajarokên derdora bajarê Efrînê. Ev yek piştî şerê di navbera çekdarên Feyleqa Sêyemîn û 'Şaxê Rojhilat ê Tevgera Ehrar El Şam' de li derdora bajarê Babê yê rojhilatê Helebê pêk hat.

QSD`Ê BERÊ EV YEK EŞKERE KIRIBÛ Û HIŞYARÎ DABÛ

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 25`ê Gulanê de daxuyaniyek dabû û tê de li ser ihtîmala rûdana van geşedanan hişyarî dabû.

Navenda Ragihandina QSD`ê wê demê gotibû: "Gelek rapor ji çavkaniyên hevkar hatin wergirtin ku kombûna çeteyên rêxistina terorîst (Hûras El Dîn) li gundên Kibaşîn û Basûtê yên başûrê Efrînê û gelek nuqteyên li eniyên başûr, bi cih bûne û hemwextî wê îstîxbarata dagirkeriya Tirk çeteyên (Feyleq El Şam) ji wan gundan derxistin.”

Navendê wiha domand: "Heman çavkaniyan tekez kir ku piştî civînekê bi serçeteyên komên girêdayî dagirkeriya Tirk re li bajarê Sermeda yê Idlibê ku di bin çavdêriya Tirkiyê de li dar ketiye, zêdetirî 300 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li gundên Fafertîn û Bazîra kom bûne, ji bilî kombûna berê ya endamên Tehrîr El Şam li gundê Basûfan û herêma Şêx Eqîl ên başûrê Efrînê. Her du alî li ser ji nû ve bicihkirina çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li eniyên bakur û rojhilatê Helebê û hêsankirina tevgera wan li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Bab û Cerablûsê, li hev kir.”

Der barê armancên van tevgeran de, Navenda Ragihandinê ya QSD`ê wê demê wiha nivîsîbû: “Bicihkirina nû ya komên terorîst di serî de Huras El Dîn û Heyet Tehrîr El Şam di çarçoveya planên dagirkeriya Tirk de ji bo avakirina kembereke reş a ji endamên terorîst li eniyên şer ji başûrê Efrînê bigire û heta eniyên Minbic û rojavayê Kobanê, pêk tê. Her wiha da ku wan çeteyan di êrişeke muhtemel de bi kar bînin.”

Navendê wiha domandibû: “Bûyerên berê di nav de kuştina serçeteyên DAIŞ`ê Ebû Bekir El Bexdadî û Ebû Îbrahîm El Qurîşî li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, her wiha tevgerên eşkere yên komên ku sûc pêk anîne, di nav de terorîstên Ehrar El Şerqiyê nîşan dikin ku Tirkiye herêmên dagirkirî kirine stargeh ji bo rêxistinên sûcdar. Ji bo wê divê tevgereke navneteweyî ya bi lez hebe da ku nehêlin ew rêxistin perwerdeyên dîtir bibin û fînanseyê ji ser wan qut bikin. Her wiha nehêlin endamên nû tev li bibin ku di belavkirina wê de li herêmên din ên Sûriyê yên ne di bin kontrola wê de, dibe alîkar.”

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di 27’ê Gulanê de wiha gotibû: “Çapemeniya girêdayî çeteyên dewleta Tirk dîmenên seferberiya leşkerî ya ku tê îdiakirin ên komên çeteyên Tirk li navçeya Cindirêsê ne belav kir ku amadekariyên êrişeke muhtemel a Heyet Tehrîr El Şam li ser herêma Efrînê dikin.”

Navendê diyar kir ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên hevkar hatine wergirtin, endamên Heyet Tehrîr El Şam û rêxistina Huras El Dîn li herêmên başûrê Efrînê ji zû de bi cih bûne û hebûna wan di çend rojên dawîn de piştî lihevkirina bi sponseriya MÎT`ê li bajarê Sermada yê Idlibê pêk hatiye, bi sedan endaman xurttir bûye. Seferberiya ku çeteyan propagandaya wê kiriye, tenê şerên nerast in û bazar in ku jê nayên bawerkirin, nexasim ku kiryarên terorîst ên komên dewleta Tirk wekî hev in.”

Di 31`ê Gulanê de Navenda Ragihandinê ya QSD`ê gotibû: “Heyet Tehrîr El Şam bi bêdengî başûr û rojavayê herêma Efrînê ya dagirkirî kontrol kir. Gelek endamên desteyê piştî lihevkirina bi çeteyên Artêşa Nîştimanî re bi sponseriya Tirkiyê derbasî herêmê bûn.”

FERMANA TIRKIYÊ

Hiqûqnasê ji Sûriyê Hisên Naso ji ajansa me re têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Ev ne cara yekê ye ku çete li herêmên dagirkirî pev dikevin. Berê wê jî çend caran li ser parvekirina serwerî û diziyê û kontrolkirina deriyan pev ketin. Gelek caran Heyet Tehrîr El Şam gihaşt sînorên Efrînê lê piştre li hev kir û jê vekişiya.”

Naso wiha berdewam kir: “Ji bo nirxandina bûyerê bi awayekî rast, divê em bûyeran vegerînin xet û çarçoveya wê ya asayî, îtîraf bikin ku tu bûyer li herêmên dagirkirî beyî vîna Tirkiyê pêk nayê. An jî bê fermana wê pêk nayê. Ji ber hêza çalak û rewşa li herêmên dagirkirî kontrol kiriye, ew e. Komên çekdar jî di destê wê de amûr û kevirên şantranjê ne. Tirkiyê çawa bixwaze li gorî berjewendiyên xwe wan bi kar tîne.”

6 ARMANC

Der barê armancên ketina çeteyên Tehrîr El Şamê ya Efrînê Naso got: “Ji kesekî nayê veşartî ku Tirkiyê Heyet Tehrîr El Şam anku Cebhet El Nûsra berê ku di lîsteya terorê ya NY`yê ye, wek çûyekî bi kar tîne da ku komên din terbiye bike dema bifikirîn ku ji bin kontrola wê derkevin. Ne ji wê bûya, Heyet Tehrîr El Şam nediwêrî bi vî şiklî û li ber çavê hêzên dagirkeriya Tirk derbasî Efrînê bibe ku rê jê re vekir û hemû bendên kontrolê rakirin.”

Naso diyar kir ku dewleta Tirk ji kontrolkirina herêmên dagirkirî ji aliyê Heyet Terîr El Şamê ve hewl dide gelek armancan pêk bîne û wiha pê de çû: “Tirkiye dixwaze ji encamên dagirkirinê û berpirsyariya sûcên li dijî sivîlan pêk tên, xwe bide alî. Nexasim ku li gorî lihevkirinên Cinevê ya 4 û lihevkirina Lahay, Tirkiye wek dewleteke dagirker divê erk û berpirsyariyên xwe yên qanûnî pêk bîne. Lê bi vê yekê cîhanê dixapîne ku desthilata wê li herêmên dagirkirî tune ye. Yanî bi vê yekê, li gorî madeya 42`an a lihevkirina Lahay ne dewleteke dagirker e ji ber şertê kontrolkirina herêmê pêk nehatiye.”

Li gorî Naso armanca duyemîn jî şikandina îradeya Îxwan Muslimîn e ku êdî Erebperestî li cem wan zêdetir dibe di encama mezinbûna hegemoya Tirkmen û paşdeçûna têkiliyên di navbera Tirkiyê û rêxistina Îxwan Muslimîn a cîhanî de.

Naso wiha anî ziman: “Tirkiye dixwaze hegemoniya komên Tirkmen li bakurê Sûriyê li ser hesabên komên Ereb mîna El Hemzat û El Emşat di bin perdeya Heyet Tehrîr El Şam de xurttir bike. Erdnîgariyek û rêveberiyekê ji herêmên dagirkirî ava bike da ku bihêsanî wê di aliyê ewlehî û îdarî de bi rêya Tehrîr El Şam kontrol bike. Bi wê re cihê xwe di dan û standinên bê yên bi Rûsya û rejîmê re xurttir bike.

Naso destnîşan kir ku armanca şeşan a Tirkiyê ji van geşedanan ew e ku van koman bi şerê li diji Kurdan mijûl bike û dosyaya rêveberî û ewlehiyê ji destê wan derxe û radestî Heyet Tehrîr Şam bike.

ÇIMA BI TAYBET EFRÎN?

Girêdayî rûdana van geşedanên li Efrînê bi taybet û ne li deverên din, Naso got: “Ji ber ku Efrîn girêka di navbera Idlibê wek herêmeke hegemoya Heyet Tehrîrî El Şam û herêmên Mertala Firatê de ye. Niha Tehrîr El Şam piştî ku Efrîn kontrol kir li nêzî Ezazê ye.”

STARGEHÊN TERORÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî zêde propagandaya “herêma ewle” kir ku dagir kirine lê li van herêman ji çend rojan ve şerên xwîndar rû didin.

Der barê de Naso got: “Ev herêman ku Erdogan pesna wê dike û bi rêya wê hewl dide pereyan ji YE û dewletên Kendavê bi dest bixe qaşo bi hinceta vegerandina koçberan bi dirûşma Vegera Ewle ya Penaberan, da ku plana xwe ya guhertina demografiya Efrînê û çewisandina nasnameya wê ya kurdî temam bike, veguherîne stragehên ewle yên serçeteyên rêxistinên terorîst mîna DAIŞ û El Nusrayê. Gelek serçeteyên wan rêxistinan li herêmên dagirkirî hatin kuştin mîna El bexdadî. Êdî cîhan fêm dike ku Tirkiye sponserê DAIŞ`ê û El Nusra ye.”

Naso di dawiyê de got: “Lê bûyerên navneteweyî yên bi lez rû didin, şerê Rûsya û Ukraynayê, cihê jeo-polîtîk a Tirkiyê, siyaseta lîstina li ser du werîsan û sûdgirtina ji nakokiyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de, parêzbendiya Tirkiyê li hember hesabxwestinê ji aliyê civata navneteweyî ve, zêdetir dike.”

ANHA