​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-10-2022`YAN
16 cotmeh, 2022   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temir a kantona Hesekê 56 şehîdên azadiyê yên di mehên Tîrmeh, Tebax, Îlon û Cotmehê û cihên cuda de şehîd bûn li navenda xwe bi bîr tîne dat di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina rûdana agirê di girtîgeha Evîn a li paytexta Îran Tehranê de, ku tê de girtiyên siyasî hene, Kongra Star li navçeyên Til Temir, Dirbêsiyê, daxuyaniyan dide saet di 10:00`an de. Di heman çarçoveyê de şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê xwepêşandan li dar dixin saet di 10:00`an de. Her wiha li kampa Weşûkanî jî xwepêşandan li dar dikeve saet di 11:00`an de û li Hesekê saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HPC`ê ya navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ji bo geşedanên siyasî li herêmê li navenda çand û hunerê ya navçeyê civînekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskarê ji Misrê Îlhamî El Melîcî bang li hemû azadîxwazên cîhanê kir ku xwedî li doza rêber Abdullah Ocalan derkevin û tekez kir ku komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan nikarî bandora wî ya xurt li ser civaka Kurd sînordar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê PYD’ê û rûspiyê eşîra Igêdat da zanîn ku hevgirtina pêkhateyên herêmê dê hemû planên dewleta Tirk ên bi armanca derxistina fîtneyan têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Yekitiya Suryanî ya Cîhanî Îbrahîm Murad da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku hemû pêkhateyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de  bi hev re dijîn têk bibe. Murad banga pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Aram Hanna xuya kir ku daxuyanî û îdiayên derew ên dagirkeriyê tenê wesîleyek ji bo veşartina binkeftin û têkçûnên xwe ye. Hanna bang li gel kir ku ji derewên dewleta Tirk a dagirker bawer nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko destnîşan kir ku pêwîst e hêzên navneteweyî li gor peymana Komîteya Bijîşkên Navneteweyî ya Qedexekirina Şerê Atomî tev bigerin û li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El Ebdullah diyar kir ku armanca QSD`ê ew e ku axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê biparêze û biratiya gelan pêk bîne. Her wiha piştrast kir ku ew dê axa xwe ji tevahî êrişên derve û hundir biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Herêmên Sûriyê yên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, bi taybet Efrînê, şer û pevçûn di navbera komên çeteyan de rû didin ku bi kontrolkirina çeteyên “Tehrîr El-Şam” li ser Efrînê bi dawî bû. Armancên wê çi ne? Çima bi taybetî Efrîn? (BI WÊNE)

JIN

Piştî qetilkirina Jîna Emînî û Zeyneb Mihemed û her wiha Nagîhan Akarsel, bertekên jinan zêde dibin. Jinên çalakvan û rewşenbîr qetilkirina jinan şermezar kir û banga hevgirtin û xurtkirina têkoşîna li dijî pergala baviksalar a zordar li jinan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê û Komîteya Şaredariyan a Kantona  Qamişlo ji bo nîqaşkirina îmkana pêkanîna projeyên herî girîng bi komîn û şêniyên kantonê re dicive. Di van civînan de, komîn jî ji bo amadekirina plansaziyeke kar a projeyên xizmetguzariyê yên di budceya sala 2023'an de, pêşinyarên xwe pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

ANHA