Aram Hena: Dewleta Tirk ji bo ku binkeftinên xwe veşêre derewan belav dike

Berdevkê QSDʹê Aram Hena diyar kir ku daxuyanî û îdiayên derew ên dewleta Tirk a dagirker tenê wesîleyek ji bo veşartina binkeftin û têkçûnên xwe ye. Hena bang li gel kir ku ji derewên dewleta Tirk a dagirker bawer nekin.

Aram Hena: Dewleta Tirk ji bo ku binkeftinên xwe veşêre derewan belav dike
17 cotmeh, 2022   07:02
HESEKÊ - ARAM EHMED

Di her êrişeke dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker nûçeyên nerast parve dike û dibêje wan şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kirine hedef. Lê QSD`ê van îdia û daxuyanî derewand in.  

Berdevkê QSD`ê Aram Hena destnîşan kir ku dewleta Tirk ji van îdiayan armanc dike ku êrişên xwe yên li dijî herêmê rewa bike û di çarçoveya şerê taybet de ku di vê dawiyê de dimeşîne tirsê di nav şêniyan de belav bike.

Hena bal kişand ser rêbazên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo veşartina binkeftinên xwe û got: “Dewleta Tirka  dagirker di çarçoveya şerê taybet de, ji bo tirsandina gelên herêmê gelek rêbazan bi kar tîne. Bi van rêbazan hewl dide binkeftina êrişên xwe yên li dijî herêmê veşêre. Her tim em teqez dikin ev îdia bi giştî derew in."

Hena wiha bang li gelê herêmê kir ku ji nûçeyên ku dezgehên ragihandinê yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve diweşînin bawer nekin û wiha domand: “Dema şervanek me şehîd dibe, em bi serferazî li ser malperên xwe yên fermî radigihînin. Divê gelê me malperên me yên fermî bişopînin. Bi agahiyên ku jêderên wan ne diyar in û îdiayên ne rast bawer nekin."

Hena  di dewama axaftina xwe de bal kişand ser îdia û hincetên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca dagirkirina herêmmê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Di salên derbasbûyî de, dagirker gelek caran bi hincetên derew weke şerê li dijî terorê êrişî herêmê kir. Lê îro em dibînin ku Cebhet El Nusra tevahî bakur û rojavayê Sûriyê, bi taybetî herêma Efrînê kontrol kiriyê, lê Tirkiyê tu daxuyaniyê ku destnîşan bike ʹev yek li ser ewlehiya wê ya neteweyî xetere yeʹ nedaye."

Aram Hena destnîşan kir ku dewleta Tirk siyaseteke dualî dimeşîne û hicetên nerast derdixe da ku êrişî herêmê bike.

Hena daxuyand ku QSD`ê hêza yekane ya rewa ye ku nîştimanî û pirrengiya li herêmê diparêze û hewl dide hemû herêmên dagirkirî ji rêxistinên terorîst û yên girêdayî El Qaîde rizgar bike.

Her wiha Hena da zanîn ku hêzên wan ji bo bersivdana her êrişekê bi temamî amade ne û got: "Şervan û meclisên me yên leşkerî ji bo bersivandina her êrişên li ser herêmên me amade ne. Operasyonên me yên li dijî dewleta  Tirk  a dagirker ji bo me cihê serferaziyê ye. Em ji pêkanîna van operasyonan şerm nakin û her dem em ziyanên ku hêzên me dighîne dagirkeran bi raya giştî re parve dikin."

Berdevkê QSD`ê Aram Hena di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk bi van daxuyanî û îdiayên nerast hincetan derdixe da ku herêmên me yên ewle û welatiyan bike hedef. Em ê li hember van êrişan bêdeng nemînin û em ê bersivê bidin êrişan."

ANHA