Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan bi şêwra gel plansaziyên sala bê amade dike

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê û Komîteya Şaredariyan a Kantona  Qamişlo ji bo nîqaşkirina îmkana pêkanîna projeyên herî girîng bi komîn û şêniyên kantonê re dicive. Di van civînan de, komîn jî ji bo amadekirina plansaziyeke kar a projeyên xizmetguzariyê yên di budceya sala 2023'an de, pêşinyarên xwe pêşkêş dike.  

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan bi şêwra gel plansaziyên sala bê amade dike
17 cotmeh, 2022   06:42
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre rêveberiya gel a ku bi xwe dike. Her wiha ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji civakê re li gorî pêdiviyên pêwîst û li ser prensîba jiyana komînal dixebite.

Ev yek ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê ve tê pêkanîn. Dem bi dem bi komînên navçe, bajar, bajarok û gundan re dicive, nêrîn û pêşniyarên wan guhdar dike.

Ji dawiya meha Îlona borî ve, desteyê bi hemahengiya Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo, civînên li pey hev li dar xistin. Bi komînên navçe û bajarokên kantonê re civiyan da ku nerînên wan ên li ser projeyên herî girîng û hewcedariya wan guhdar bikin.

Di civînên ku heta niha li navçeyên Tirbespîyê, Çilaxa, Dêrik, Til Hemîs û Til Birakê hatine lidarxistn de, gel pesnê projeyên xizmetguzariyê yên şaredariyên gel da ku tevî dorpêç û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî tên pêkanîn.  Şêniyan daxwaz kir ku di plansaziya sala bê de, li ser projeyên sereke, weke çaksazkirina toreyên kanalîzasyonê li hinek deveran, sererastkirina rêyên sereke û çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê li hinek herêman were sekinandin.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Silêman Ereb diyar kir ku ew bi hevkariya Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo, lidarxistina civînên dem bi dem ên bi gel, komîn û meclisan re didomîn da ku  nêrîn û pêşniyarên wan ên der barê projeyên xizmetguzariyê û pêşxistina xebatên şaredariyan ji bo sala 2023'yan de guhdar bike.

Silêman Ereb da zanîn ku piştî guhdarîkirina pêşniyarên gel û pirsgirêkên herêman, ew ê li gorî îmkanên berdest û li gorî pêşinyarên sereke yên hatine pêşkêşkirin, lêkolîn bikin. Ereb her wiha diyar kir ku ev civîn ên amadekariyê ne da ku bûdce were diyarkirin û di dema pêş de  dê civînên din jî hebin.

Silêman Ereb destnîşan kir ku ev civîn nîşaneya mekanîzmaya demokratîk a şaredariyan û beşdarbûna gel di biryargirtinê de û çareserkirina pirsgirêkên xwe bi xwe nîşan dide. Şaredarî wekî aliyê cîbicîkirina van biryaran dimîne û Rêveberiya Xweser jî li ser esasê edaleta civakî kar dike û xwe bi xwe bi rê ve dibe.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb bang li welatiyan kir ku beşdarî van civînan bibin û pirsgirêkên xwe ji aliyên têkildar re ragihînin û projeyên sereke yên ku divê werin pêkanîn, bînin ziman.

(hs)

ANHA