Îbrahîm Murad: Rêveberiya Xweser ji bo gelên Rojhilata Navîn modela herî guncaw e

Serokê Partiya Yekitiya Suryanî ya Cîhanî Îbrahîm Murad da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku hemû pêkhateyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de  bi hev re dijîn têk bibe. Murad banga pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn kir.

Îbrahîm Murad: Rêveberiya Xweser ji bo gelên Rojhilata Navîn modela herî guncaw e
17 cotmeh, 2022   01:40
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di êrişan de tevahî pêkhateyn herêmê; Suryan, Kurd, Ereb û hwd, her wiha fermandarên ku çeteyên DAIŞ’ê têk birine û saziyên xizmetguzariyê  dike hedef.

Herî dawî jî roja çarşema borî bi balafireke bê mirov a biçek erebeyek li kampa Newroz a li Dêrikê kir hedef. Di encamê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Îbrahîm Besam Mîxaîl ê ji pêkhateyan Suryan şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker heman demê destwerdanê li gelek dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê wekî Sûriyê, Iraq, Lîbya, Tûnis, Ermenistanê û hwd dike planên xwe yên mêtîngeriyê li ser hesabê gelan pêk bîne. Li hemberî van planan kesayet, partî û tevgerên ji hemû pêkhateyan banga avakirina hevalbendiyekê di navbera gelan de dikin.

ʹERDOGAN TECRÛBEYA BAKUR Û ROJHILATA SÛRIYÊ XETERE DIBÎNEʹ

/kr/uploads/files/2022/10/16/180800_.webp

Li ser vê mijarê, Serokê Partiya Yekitiya Suryanî ya Cîhanê Îbrahîm Murad ji Lubnanê ji ajansa me re axivî.

Îbrahîm Murad di destpêk axaftina xwe de bal kişand ser planên serokkomarê dewleta Tirk ên li herêmê û got: "Her kes dizane ku li gel serokkomarê Tirkiyê tima û berjewendiyên mezin hene. Erdogan hewl dide bi rêya vejandina împratoriya Osmanî bibe xelîfê mislimanan. Her wiha komên tundraw ên sûrî ava kirin û li xaka Sûriyê belav kirin. Di heman demê de şoreşa gelê Sûriyê ya li ser esasê demorasî, azadî, edalet û wekheviya di navbera pêkhateyan de veguherand dijber û komên îslamî yên tundraw wekî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ava kirin ku mirov û kevir ne tenê li Sûriyê şewitandin, lê belê hin ji wan ber bi Lîbya û gelek dewletan ve şandin da ku ji bo berjewendiyên wî şer bikin. Di encamê de bibe lîstikvanekî sereke li herêmê û ji bo herêmê û cîhanê bibe pêdiviyek."

Murad îşaret pê  kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca rêgirtina li ber serketinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike wiha domand: "Ev rêveberî di pêşxistina jiyana hevbeş a rasteqîn a navbera pêkhate, enîk û olan de bi ser ket. Van pêkhateyan karî xwe bi rê ve bibin û gelek herêman rizgar bikin. Di pêngavên rizgarkirina herêman de xwîna Ereb, Kurd, Asur û Suryan tev li hev bû. Ev modela xwebirêvebirina demokratîk a hevbeş ji hemû bajarên Sûriyê re hêviyek e."

Murad destnîşan kir ku Erdogan modela Rêveberiya Xweser wekî xetereyeke mezin li ser desthilata xwe dibîne wiha pê de çû: " Erdogan bi pirrengiya neteweyan bawer nake û mafên gelên ku di serdema Osmanî de komkujî  li dijî wan pêk anîne, bin pê dike. Ji ber vê yekê hincetên derew diafrîne da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û hemû pêkhate; Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û hwd ên ku cara yekemîn di dîrokê de parastina mafên xwe yên demokrasî, jiyana hevbeş û xwerêvebirina adilane dikin, dike hedef.ʹʹ

‛XWÎNA ŞEHÎDÊN ME TEVLIHEV BÛ KU RÛMET, EDALET Û AZADÎ GEŞ BIBE’

Murad îşaret bi êrişên li dijî Rêveberiya Xweser û helwesta hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî yên li hember wê yekê kir û ev tişt anî ziman: "Maska dewleta Tirk a ku piştgirê yekemîn ê terorê ye ji hemû gelan û dewletan eşkere re bû, lê belê berjewendiyên stratejîk ên dewletên mezin bi dewleta Tirk re hene ku naxwazin ji dest nedin. Lê di piranî caran de dewletên mezin bi taybet Amerîka hewl didin bi birîna cezayên aborî li pêş berjewendiyên Erdogan bisekinin."

Îbrahîm Murad di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê û got: "Îro berjewendiyên dewleta Tirk bi berjewendiyên rejîma Sûriyê re dibin yek. Her du jî hewl didin zextên leşkerî, ewlehî, siyas û hwd li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk tînin û bi gelek hewlên xwe hevkariya bi Rûsyayê re dikin da ku rêveberî tesmîl bibe. Lê em gelê Suryan-Asur me bi hevkariya birayên xwe yên Kurd û Ereb Rêveberiya Xweser ava kiriye, em teqez dikin ku xewnên Erdogan ên terorîst û xewnên rejîma Sûriyê ya ku ji tecrûyên xwe fêr nebûye û hîna di dîktatorî, çewisandin û nenaskirina mafên pêkhateyên Sûriyê de bi israr e, pêk nayên. Di oxira pêkanîna rûmet, azadî û edaletê de xwîna şehîdên me tevlihev bû. Ev gel li ser pêkanîna mafên xwe bi israr in, radest nabin û bi israr in modela Rêveberiya Xweser a Demokratîk li tevahî parêzgeh û bajaran were pêkanîn. Ev gel bi israr e ku pergala birêvebirinê ya nû pêk bê da ku demokrasî, edalet û naskirina mafên hemû pêkhateyên etnîk û olî pêk tîne."

‛RÊVEBERIYA XWESER MODELEKE GUNCAW E’

Serokê Partiya Yekitiya Suryanî ya Cîhanî Îbrahîm Murad di dawiya axaftina xwe de got, Rojhilata Navîndi tevahî aliyan de bi taybet di aliyê azadî û demorasiyê de ber bi pêşketine mezin ve diçe, yên di pergalên kevn de israr dikin dê teqez têk biçin û dê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bimîne, ji ber vê yekê divê hemû gelê Sûriyê, her wiha gelê Rojhilata Navîn xwe bispirinê.

(fr)

ANHA