Bangên jinan ên xurtkirina têkoşîna li hember polîtîkayên baviksalariyê zêde dibin

Piştî qetilkirina Jîna Emînî û Zeyneb Mihemed û her wiha Nagîhan Akarsel, bertekên jinan zêde dibin. Jinên çalakvan û rewşenbîr qetilkirina jinan şermezar kir û banga hevgirtin û xurtkirina têkoşîna li dijî pergala baviksalar a zordar li jinan kir.

Bangên jinan ên xurtkirina têkoşîna li hember polîtîkayên baviksalariyê zêde dibin
17 cotmeh, 2022   03:28
QAMIŞLO – DELÎLA GABAR

Di 13’ê Îlonê de li Tehranê Jîna Emînî bi hinceta ku laçika xwe baş nedaye serê xwe û porê wê xuya kiriye, bi îşkenceyê hate destgîrkirin û hate qetilkirin. Di 27’ê Îlonê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser Zeyneb Mihemed kirin hedef, di encamê de şehîd bû. Akademîsyen, rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmehê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî ya MÎT’a Tirk hatibû û şehîd ketibû. Li ser qetilkirina jinên pêşeng, jinan nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Endama Kongra Star Rûken Ehmed der barê qetilkirina jinan de axivî û wiha dest pê kir: “Bi taybet pêşengiya şoreşa jinan heta roja îro li ser lingan e û şoreşa Rojava bi jinan tê naskirin, jinên ku piştgiriyê didin neteweya demokratîk dikin hedef û her roj bi rastî êrişan tên. Jîna Emînî dema ku hat qetilkirin, bandoreke mezin li gelê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir. Li ser Rojhilata Navîn, dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ heta roja îro berdewam dike. Piştî ku şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ew qasî berfireh bû, hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser Zeyneb Mihemed hate qetilkirin, heval Nagîhan Akarsel bi rengekî hovane li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin. Hêzên navneteweyî dema ku mijar dibe tunekirina jinan, dibin yek.” 

Rûken Ehmed bal kişand ser berxwedana jinan û wiha pê de çû: “Di sala 2012’an de li rojavayê Kurdistanê dengê jinan bilind bû, jinan pêşengiya şoreşê kir. Ji bo ku bibin xwedî maf, jin tê koşiyan û heta roja îro jî di şexsê jinan de civaka demokratîk tê avakirin. Dewlet dixwazin şoreşê di şexsê heval Hevrîn, Jiyan û Zeyneb de tune bikin. Em wek rêxistinên jinan hêza xwe bi şehîdên xwe xurt dikin, vê berxwedanê zêdetir bi rêxistin dikin.”

Rûken Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistinên jinan hene, dikarin bibin hêza çareseriyê. Ev zanista ku rêber Abdullah Ocalan daye çêkirin, him ji bo azadiya jinan, em dibînin hêzên navneteweyî ji hişmendbûna jinan ditirse. Em Başûrê Kurdistanê rexne dikin, ji ber ku dewleta Tirk di nav bajar de jinan dike hedef. Herî dawî Nagîhan Akarsel bi awayekî hovane li Silêmaniyê hat qetilkirin. Lê em weke jinên Kurd soza xwe nû dikin, em ê li pey şopa şehîdên azadiyê bin.”

Rewşenbîr Remziya Ramadan qetilkirina jinan şermezar kir û got: “Desthilatdar nahêlin jin xwe bi rê ve bibin û wan dikujin. Dewletên desthilatdar hemû amûrên xwe yên qirêjî li dijî jinan bi kar tînin, wekî Jîna Emînî tayek porê wê derketibû, hat qetilkirin. Jîna Emînî hêzeke mezin da jinan. Jîna Emînî hat qetilkirin, piştre jinek nema ku daneket qadan û banga azadiyê nekir. Jineke wekî Zeyneb Saroxan ji bo gelê xwe dixebitî û canfedayê axa welat bû, dijmin ew şehîd xist.”

Remziya Ramadan got: “Di şoreşa rojavayê Kurdistanê de jinan xwe îspat kir, di saziyên sivîl û leşkerî de cihê xwe girt û ji hêzên desthilatdar re got; ‘em wek jinên rewşenbîr dikarin bi pêşengiya xwe ya ji bo civakê, leşkeriya xwe û bi pênûsa xwe em bê deng namînin.”

Remziya Ramadan di dawiyê de wiha got: “Banga min ji jinên welatparêz re heye ku qetilkirina Jîna Emînî baş bibînin û bê deng nemînin, dema ku Jîna Emînî hat qetilkirin hemû jinên cîhanê temsîl kir. Bila jin ji bo azadiya xwe tê bikoşin.”

Endama Hîlala Zêrîn Bêrîvan Botan jî got: “Tê gotin ku jin jiyan e, lê zilam vê tiştê şaş dibînin, ger zilam li jin û hêza wan mêze bikin, dê xwe ji zîhniyeta baviksalar xilas bikin.”

Bêrîvan Botan wiha domand: “Ger jin xwe bi rêxistin û perwerde bikin, wê demê kes nikare desthilatdariya xwe li ser ferz bike, hêzên navneteweyî jinên akademîsyen dikin hedef, wekî şehîd Nagîhan. Dijmin ji têkoşîna jinan ditirsin.”

Her wiha Bêrîvan Botan ev bang li jinan kir: “Li gelek dewletan jin tên qetilkirin. Banga min ji hemû jinên Kurd re heye ku li pey şopa şehîd Nagîhan û şehîdên rûmeta azadiyê bin.”

ANHA