Ferzende Munzur: Em ê bi kedên zêde tecrîda girankirî bişikînin

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur got: "Em ê hewldanên dîplomatîk û hiqûqî zêde bikin da ku xwe bigihînin hemû rêxistinên hiqûqî yên cîhanê û zexteke navneteweyî li dewleta Tirk bikin û tecrîda girankirî bişikînin.”

Ferzende Munzur: Em ê bi kedên zêde tecrîda girankirî bişikînin
13 cotmeh, 2022   23:31
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Komploya Navneteweyî ku di şexê rêber Abdullah Ocalan de doza Kurd û azadiya tevahî gelên li Rojhilata Navîn kir hedef, kete sala xwe ya 25’an.

Di sala 24’an a Komploya Navneteweyî de hewldanên girîng û xurt ji bo şikandina tecrîda girankirî pêk hatin, li gel wê kesayetên cîhanî, parlamenter, hiqûqnasên li Rojhilata Navîn û Ewropa gelek hemleyên fikrî û qanûnî ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li dar xistin.

‛NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’

Rêber Abdullah Ocalan bi analîzên xwe got Komploya Navneteweyî li dijî doza Kurd bi giştî bû, her wiha berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur da zanîn ku di şexsê rêber Ocalan de Komploya Navneteweyî li dijî têkoşîna gelên Rojhilata Navîn bi giştî bû û wiha got: "Komploya navneteweyî ya di şexsê rêber Ocalan de hemû Kurd, tevgerên têkoşerî û xeta têkoşîna ya gelên Rojhilata Navîn bi giştî hedef girtiye, kete sala xwe ya 25’an."

Kurd û dostên wan li cîhanê li dijî Komploya Navneteweyî serî hildan û bi dehan bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" agir berdan canê xwe û ji bedena xwe xelekek agir û mertal ji bo parastina rêber Ocalan çêkir. Li ser vê yekê Ferzende Munzur ev şehîd bi bîr anîn û wiha domand: "Têkoşer Mihemed Xalid Oral ê ku hestiyarî û xetereya vê qonaxê zaniye agir berda canê xwe, dûvre bi dehan têkoşerên din agir berdan canê xwe û ku bi wê yek xelekek agir ji bo parastina kurdiyatiya azad û mirovahiyê hemû di şexsê rêber Ocalan çêkir."

Munzur bal kişand ser çalakî û hemleyên li dijî Komploya Navneteweyî li dar ketin û berdewam dikin û wiha pê de çû: "Ji sala destpêkê ya Komploya Navneteweyî ve, gelek çalakî û hemleyên ji bo zextkirina li ser civata navneteweyî hatin lidarxistin ku tecrîda girankirî bişikînin û bigihînin azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan. Mîna çalakiyên civakî, qanûnî û îdeolojî yên li ser asta Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropa heta Afrîkayê jî."

Ji wan çalakî û hemleyên li dijî Komploya Navneteweyî hatin lidarxistin ku pêşwaziyeke girseyî hate girtin, hemleya "Dem dema azadiyê ye" bû ku Komên Civaka Kurdistanê (KCK) di 12’yê Îlona 2020’an de bi daxuyaniyekê ragihandibû. Ew hemle bi diruşma "Êdî bes tecrîd, bes e faşîst û dagirkerî, dem dema azadiyê ye" bû.

Munzur li ser hemleya "Dem dema azadiyê ye" da zanîn ku gelek çalakî hatin lidarxistin da ku dengê gel bigihîne CPT û NY’yê bi raporên hiqûqî û heta bi rêya hemleyên hashtagê û xwepêşandanên girseyî yên li ser asta Rojhilata Navîn û Ewropa. Li kêlek wê jî hemleyên gireva birçîbûnê, komxebatên fikrî û qanûnî yên birfireh hatin lidarxistin.

Der barê çalakiyên ku Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li dijî vê komployê li dar xistin de, Munzur ev tişt anî ziman: "Însiyatîfê gelek çalakiyên bibandorên girseyî li dar xistin, mîna hemleyên Haştagê li ser platformên civakî, li kêelk wê beşdarbûna di hemleyên derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" de. Ji ber em bawer in ku derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" dê bandoreke mezin li ser doza rêbertî û Kurd bi giştî bike."

Munzur her wiha got: "Gelek raporên qanûnî û hiqûqî ji CPT re hatin şandin ku serdana Îmraliyê bike û bi erka xwe rabe. Herî dawî jî 601 peyman ji hêla parêzerên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî hatin şandin, her wiha 693 peyamên parêzer û hiqûqnasên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Wezareta Edlê ya Tirkiyê re hatin şandin ku rêbertî bibînin, lê hîna ew xwestek bê bersiv in."

Li ser dezgehên çapemeniyê; Facebook û Twîtter li dijî Komploya Navneteweyî û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hemleyên haştagê hatin destpêkirin, ya herî girîng jî ev bû;# FreeOcalanNow. Bi sedan hezaran ji çalakger û pisporên li ser asta Rojhilata Navîn û Ewropa tev li wê haştagê bûn.

‛ÇALAKIYÊN TIBÎ’

Munzur têkildarî çalakiyên tibî ku însiyatîfê bi meclisên bijîşkan re li ser pêwîstiya eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan dest pê kirine û ev tişt got: "Di van çalakiyên hatine lidarxistin ku bandora rewşên hawayî yên girtîgeha Îmraliyê û tecrîda girankirî ya li ser tenduristiya rêbertî şîrove bikin, gelek bijîşkan got ew amade ne serdana Îmraliyê bikin da ku rewşa tenduristî ya rêber Ocalan binasin."

Heta 15’ê Sibata 1999’an, rêber Ocalan azarên çi nexweşiyekê ji bilî îltîhaba poz (sinusît) nekişandine. Lê bi sedema rewşên îşkence, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û rewşên hawayî yên nebaş li girevê gelek nexweşî bi rêber Ocalan re çêbûn; mîna bêhntengiya sîng, îltîhaba qirikê, îltîhaba poz û hesasî. Lê desthilatên faşîst ên Tirkiyê derfetê nadin tedbîrên keşfên tibî ku jê re werin kirin.

‛LI ROJHILATA NAVÎN PANELÊN HIQÛQÎ’

Munzur da zanîn ku di vê dawiyê de însiyatîfê gelek çalakî li ser asta Rojhilata Navîn li dar xistin û wiha axivî: "Gelek çalakî li ser astên bajarên li herêmê hatin lidarxistin, bi taybet li Heleb û Şehbayê. Her wiha gelek civînê ji bo şîrovekirina rewşa rêbertî di Îmraliyê de hatin organîzekirin. Dûre gelek çalakiyên qanûnî ji bo şîrovekirina binpêkirinên li dijî rêber Ocalan pêk tên û şîrovekirina firkeya wî bi awayekî berfireh hatin lidarxistin û jê encaname hatin derxistin. Ji wan jî gurkirina çalakiyên dîplomasî ku xwe bigihînin hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê. Li kêlek wê jî panel li ser asta Rojhilata Navîn ku armancên Komploya Navneteweyî di şexsê rêber Ocalan de li dijî Rojhilata Navîn pêk hatiye, hate organîzekirin."

Munzur ev tişt got: "Em hewl didin fikrê rêbertî bi awayekî befireh bi rêya belavkirina dîmenên rêbertî û analîzên wî yên di gelek mijaran de li ser rûpela xwe parve bikin, her wiha hewl didin xwe bigihînin hemû kesayetên navdar ên li cîhanê. Me par li ser vê yekê 600 pirtûkên rêber Ocalan li rewşenbîr, partiyên siyasî, kesayetên navdar, rûspî û şêxên eşîran belav kirin."

Munzur diyar kir ku çalakiyên ku li dar ketine, ne tenê di çarçoveya însiyatîfê de bûn, lê belê Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û gel jî li dar xistin. Ew çalakî li herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbicê ji hêla Partiya Sûriya Pêşerojê û Rêveberiya Xweser ve hatin lidarxistin. Ji ber rêber Ocalan êdî rêberê hemû gelan e û hemû fikreyê wî ji xwe re wek îlham dibînin.

‛BANDORA ÇALAKIYAN LI SER CIVATA NAVNETEWEYÎ’

Li ser bandorên van çalakiyan li ser civata navneteweyî Munzur ev tişt anî ziman: "Em di wê baweriyê de ne ku ev çalakiyên par hatine lidarxistin bandoreke mezin li ser civata navneteweyî kir. Ji ber wê qanûna "Mafê Hêviyê" ji rêber Ocalan careke din kete ajandeyên cîhanê û herêmê."

Ferzende Munzur texmîn kir ku serdana dawî ya şandeya CPT ku di 20-29 Îlona borî de ji girtîgehên dewleta Tirk re pêk hatine, nexasim li girtîgeha Îmraliyê ji bo lêpirsîna li rewşên girtîgeha rêber Ocalan in. Ew yek ji ber çalakiyên li ser astên herêmê û cîhanê di par de hatine lidarxistin, pêk hatin.

‛CEZAYÊN DISÎPLÎNÊ’

Par, desthilatên dewleta Tirk a faşîst "cezayên disîplînê" bi awayekî bênavber li dijî rêber Abdullah Ocalan birîn. Li ser vê yekê Munzur wiha dewam kir: "Ji destpêka revandina rêbertî ve bi komployeke navneteweyî, dewleta Tirk bi hincetên derew qedexe dike ku hevdîtin pê re pêk bên. Niha jî ji bo hevdîtin pêk neyên cezayên dîsplînê dibire."

Munzur got: "Bi keta komployê ya sala xwe ya 25’an re, divê hin guhartin di darizandina rêbertî de hebin. Tecrîdkirina rêbertî ji hemû mafên xwe li Îmraliyê binpêkirina qanûnên NY’yê û rêxistinên mafên mirovan e. Ji lew re dewleta Tirk niha hewl dide li hember fikrê azad û çareya demokratîk bisekine û rêber Ocalan ji "Mafê Hêviyê" bi rêya ferzkirina cezayên dîsplînê yên bênavber tecrîd bike. Ruxmî ku ev yek heta li dijî qanûnên dewleta Tirk e jî."

ZÊDEKIRINA XEBATÊN DÎPLOMATÎK Û HIQÛQÎ

Munzur da zanîn ku pêdiviya Kurd û dostên wan li Rojhilata Navîn û Ewropayê bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan heye, ji lew re divê asta têkoşînê bilind bikin. Her wiha em însiyatîf dê îsal xebatên dîplomatîk û hiqûqî zêde bike da ku xwe bi rêya avakirina torên hiqûqî xwe bigihînin hemû aliyên têkildar, fikir û felsefeya rêber Ocalan bi awayekî berfireh belav bikin."

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur wiha dawî li gotina xwe anî: "Em hewl didin xwe bigihînin hemû beşên civakê. Em niha gihaştine encameke baş, lê ev yek têrê nake. Ji lew re divê gelê me hevgirtî be ku zextê li civata navneteweyî bike da ku xwe bigihînin azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan."

(fr)

ANHA