Endamê Komîteya Parastinê û PYD’ê li Şedadê hat hedefgirtin

Endama Komîteya Parastinê ya Meclisa Naveçya Şedadê û endamê PYD’ê Mihemed Bozan gava ku vedigeriya mala xwe ya li gundê Elûs hat hedefgirtin.

Endamê Komîteya Parastinê û PYD’ê li Şedadê hat hedefgirtin
13 cotmeh, 2022   17:51
HESEKÊ

Nûçegihanê me da zanîn ku endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê ya kantona Hesekê Mihemed Bozan ji aliyê şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê ve gava ku vedigeriya mala xwe ya li gundê Elûs ê rojavayê Şedadê, hat hedefgirtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê kir lê tu agahiyên dîtir der barê bûyerê de nedan.

(mh)