​​​​​​​Hevserokê Meclisa Ermenan: Armanca dewleta Tirk tevahî pêkhateyên herêmê ne

Hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yervan Kasperyan bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê rexne kir û got armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku komkujiyan li dijî pêkhateyên herêmê pêk bîne.

​​​​​​​Hevserokê Meclisa Ermenan: Armanca dewleta Tirk tevahî pêkhateyên herêmê ne
13 cotmeh, 2022   10:23
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Di van êrişan çekên pêşketî û balafiran bi kar tîne.

Hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yervan Kasperyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hedefkirina pêkhate û hêzên leşkerî şermezar kir û got dewleta Tirk a dagirker peymanên agirbestê binpê dike û êrişên xwe li ser herêmê û gelên wê zêde kirine.

Kasperyan destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku qada dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh bike û mîna qirkirinên berê, komkujiyan li dijî pêkhateyên herêmê, bi taybet pêkhateyê Ermen pêk bîne.

Kasperyan her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dagirkeriyê şermezar kir û wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk sûdê ji bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê digire û êrişên xwe li ser herêmê zêde kiriye. Divê ev hêz ji bêdengiya xwe derkevin û sînorekî ji êrişên dagirkeriyê re deynin."

Yervan Kasperyan di dawiya axaftina xwe de bang li pêkhateyên herêmê kir ku li hemberî tevahî êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin û li derdora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin.

Duh balafireke bêmirov a dewleta Tirk li Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê erebeyek kombebaran kir. Di encamê de endamekî Hêzên Sutoro şehîd bû.

ANHA