​​​​​​​Rojnameyên erebî: Manevrayên dawîn ên Barzanî; li ser Ebdulletîf Reşîd lihevkirin çêbûne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine bal kişand ser dûrxistina Barzanî ji xebata siyasî ya li Iraqê, nîqaşên li ser muzakereya lihevkirinê ya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Debîbe de û rewşa Lubnanê ya piştî lihevkirina li ser dosyaya nexşekirina sînorên deryayî.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Manevrayên dawîn ên Barzanî; li ser Ebdulletîf Reşîd lihevkirin çêbûne
13 cotmeh, 2022   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

‛MANEVRAYÊN DAWÎN ÊN BARZANÎ; LI SER EBDULLETÎF REŞÎD JI BO SEROKKOMARIYÊ LIHEVKIRIN ÇÊBÛNE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Aliyên siyasî yên Iraqê axaftina li ser lihevkirina Kurdî-Kurdî ji bo hilbijartina wezîrê çavkaniyên avê yê berê Ebdulletîf Reşîd ku bibe namzet ji bo serokkomariyê û ew yek wek manevrayeke serokê PDK’ê Masûd Barzanî ye da ku rêveberên YNK’ê tevlihev bike û wan derxe pêş ku ew rûniştina parlamentoyê ku dê îro li dar bikeve, têk dibin.

Van aliyan da zanîn ku Barzanî ji aliyekî ve dixwaze hevalbendiya xwe bi Hevbendiya Rêveberiya Dewletê re ku di bin hegemonyaya Çarçoveya Hemahengiyê ya nêzî Îranê de biparêze, ku tawîzan ji bo çareserkirina pirsgirêka hilbijartina serokkomarê bê bide, bi taybet hevpeymanê xwesteka lihevkirina Kurdî-Kurdî beriya rûniştina îro xwest. Çarçoveyê îşaret pê kir ku dibe ku gavên ne li gorî xwesteka Barzanî pêk bîne, anku serokatiya niha ya Berhem Salih nû bike.

Lê YNK’ê hebûna her lihevkirinekê li ser serokkomariyê red kir û da zanîn ku namzetê wan Berhem Salih e. Ew jî piştî Hepeymana Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî ragihand ku partiya Barzanî namzetê xwe yê ji bo serokatiya komarê Rêber Ehmed kişand û navê Ebdulletîf Reşîd pêşniyar kir, pêk hat.

Berdevkê YNK’ê Soran Cemal Tahir got, namzetê wan ê serokkomariyê Berhem Salih e."

‛MUZAKEREYA ENERJIYÊ NÎQAŞÊN LI SER ROLA DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ ZÊDE KIRIN’

Li ser muzakereya lihevkirinê ya der barê enerjiyê de di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Debîbe de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Li Lîbyayê nîqaşeke qanûnî û siyasî ya mezin der barê muzakereya lihevkirinê de ku di vê dawiyê de bi dewleta Tirk re li ser enerjiyê hatiye îmzekirin heye. Alîgiran diyar kir ku ew yek dikeve ximzeta berjewendiyên welat, lê muxalîfan hişyarî li ser pêkanîna nakokî û şerekî navxweyî yê li Lîbyayê da. Siyasetmedar û şopînerên kar û barên Lîbyayê analîz, bandorên vê gavê û îsbatkirina hebûna dewleta Tirk li qada Lîbyayê eşkere kirin.

Gelek siyasetmedaran diyar kir ku îmzekirina mîna van muzakereyan rewşa dewleta Tirk ku lîstikvanê sereke li dîmena Lîbyayê geş dike. Her wiha endamê Kongreya Nîştimanî yê berê Ebdulmunim El Yesîr got êdî li gel Enqere biryar heye ku bigihîne çi hikumetê li Terablusê û kontrol bike. Mixabin rêbazên gelek hêzên siyasî bûn alîkar ku Enqere di vê rewşê de kûr bibe.

El Yesîr eşkere kir ku dê dewleta Tirk li ser rewşa wiha berdewam bike, bixebite, da ku destkeftiyên zêde bi rêya bihêzkirina milîsên çekdar ên alîgirê hikumeta Debîbe yan jî çêkirina sîxurên xwe li Lîbyayê qezenc bike û zextê bike ku hilbijartinên gışti pêk bên, da ku tevgera îslama siyasî ya alîgira wê û Debîbe encaman kontrol bike."

‛PROVAYA DUYEMÎN JI BO HILBIJARTINA SEROKATIYA LUBNANÊ’

Li ser rewşa Lubnanê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Piştî “destkeftiyên dîrokî” ku li ser xeta lihevkirina nexşekirina sînorên deryayî bi Îsraîlê re û veguhastina vê dosyayê ber bi bejahiya siyasî ve ku qadên serokatiyê û nakokiyên avakirina hikumeta Lubnanê derbas kirin, îro li parlamentoyê civîna duyemîn a hilbijartina serokê 14’an ji bo komarê tê lidarxistin. "

(fr)