Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike

Xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in. Şeva borî li Sine û Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îranê ve 3 kes hatin qetilkirin.

Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike
13 cotmeh, 2022   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê duh di roja 26’an de li bajarên Bokan, Sine, Seqiz, Mehabat, Kirmaşan, Bane, Merîwan, Kamîran, Îlam û çend navendên xwepêşandan û nerazîbûnan bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî qetilkirina jina Kurd Jina Emînî berdewam kir.

Tevî ku hêzek leşkerî ya zêde li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine bicihkirin û rasterast xwepêşanderan gulebaran dikin, lê xwepêşander li dijî hêzên Îranê li ber xwe didin û li dijî desthilatdariya Îranê dirûşmeyan berz dikin.

Li gorî agahiyan, di xwepêşandanên duh de, li Kirmanê 2 kes û li Sine kesek ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin. Li Merîwanê jî ciwanek bi guleya çifteyê birîndar ku nêzî 120 saçma li laşê wî ketiye.

Li paytexta Îranê Tehranê duh jî xwepêşandan hebû. Parêzerên Tehranê bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” daketin qadan. Polîsên Îranê bi gaza îsotê mûdaxeleyî parêzeran kir. Li kola Weliyeser a Tehranê hêzên Îranê rasterast gule li xwepêşanderan barand.

Li bajarê Gewherdeşt, Kerec, Reşt, Esfehan, Bender Ebas, Mîraban, Hemedan û çend navendên din xwepêşadan û nerazîbûn hebûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê, heya niha herî kêm 201 kes ku 23 ji wan zarok in, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û hezaran kes jî hatine binçavkirin.