​​​​​​​Dr. Selwa Qîqa: Tezên Ocalan ji bo mirovahiyê nêrîneke stratejîk in

Aktîvîsta hiqûqî ya ji Tûnisê Dr. Selwa Qîqa rêber Abdullah Ocalan wek “fîlozofê serdemê” wesif kir û got “Tezên Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê nêrîneke stratejîk in.”

​​​​​​​Dr. Selwa Qîqa: Tezên Ocalan ji bo mirovahiyê nêrîneke stratejîk in
12 cotmeh, 2022   00:39
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Rêber Abdullah Ocalan yek ji wan têkoşeran e ku azadiya jinan wek bingeha têkoşîna xwe esas digire, ji ber vê jî bala bi hezaran jinên cîhanê kişandiye.

Ji ber Komploya Navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an ji aliyê hêzên serdest ve hatiye pêkanîn, rêber Abdullah Ocalan neçar ma ku ji Rojhilata Navîn ji Sûriyê derkeve û di 15'ê Sibata 1999'an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate dîlgirtin. Li girava Îmraliyê di nav şert û mercên nebaş ên tenduristiyê de û di navbera çar dîwaran de hatiye ragirtin. Li kêleka vê jî tecrîdeke giran li ser wî hene hevdîtina malbat û parêzeran tên astengkirin.

Têkildarî tezên rêber Ocalan, endama Meclisa Jinan, Ewlehî û Aştiyê ya Yekitiya Afrîkayê aktîvîsta hiqûqî Dr. Selwa Qîqa bersiva pirsên ANHAʹyê dan.

Dr. Selwa Qîqa wiha dest bi axaftina xwe kir: "Rêberê Kurd Ocalan jina ku xwe wek amûr dibîne, red dike. Ji ber vê yekê di çarçoveya şoreşa civakî û şoreşa jinan de, banga guhertina hişmendiyê kir, ew jî bi rêya tunekirina taybetmendiyên kevneperest ên li cem zilaman ku ji aliyê rejîma baviksalar a mêtinger ve pêk hatiye û bûye belaya serê mirovahiyê."

Hevpeyvîn wiha ye:

Hûn wek têkoşereke di warê mafên jinan û wekheviyê de, hûn fikrên rêber Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?

Pirsgirêka kurdî ne ji mijarên ku li Tûnisê dihat nîqaşkirin bû, lê belê ev tenê ji aliyê pisporên dîrokê ve pêk dihat nirxandin.

Wek têkoşereke di warê mafên jinan û wekheviyê de, Foruma Civakî ya Cîhanê ya sala 2013'an li Tûnisê hat lidarxistin, ji bo min derfetek bû da ku komek jinên têkoşer ên Kurd ku beşdarî xebatên forumê bûbûn, nas bikin.

Bi peywendiya domdar a di navbera me de, li Diyarbekir, Riha û Silêmaniyê vexwendnameyên çend hevdîtinan hatin kirin. Ji bo min cihê serbilindiyê bû ku min kesayetên navdar ên Kurd, wek parlementer û şaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak nas kir, ku ji sala 2016’an ve ji ber helwestên xwe yên siyasî û ramanên xwe yên modernîst, di girtîgehên Erdogan de ye.

Van hevdîtinan hişt ku ez bibînim ka çi nepenî di têkoşîna Kurdan a ji bo azadî, demokrasî, edaleta civakî û wekheviyê de heye. Her wiha hişt ku ez fêm bikim ka çi li pişt wêrekiya jinên Kurd heye û nêrîna ku bi hêza îradeyê piştgiriya van pozisyonan dike. Ev di nav hawîrdoreke herêmî de ye ku hîn jî jin di vê rewşê de ne; rewşa  giraniya urf, kevneşopî û qanûnên ku hîn ji dozên pirjinî, zewaca di temenê biçûk de, sinetkirina jinan û cûrbecûr tundî û koletiyê derneketine.  

Bê guman nêrîneke diyarkirî bingeha serkeftina li qadan e. Ev nêrîna ku belavbûna fikrî ji holê radike û rêzan dike yek, ji aliyê rêberê Kurdan Abdullah Ocalan ve hatiye çêkirin.

Hevdîtinên hevpar ên di navbera jinên Kurd û Tûnisê de hişt ku ez felsefeya teorîsyen Abdullah Ocalan keşf bikim. Min dikaribû çend pirtûkên wî bixwînim, wekî: "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk li Rojhilata Navîn.”

Ez şanaz bûm ku di sala 2016’an de beşdarî forumekê li Silêmaniyê bibim ku mijara wê “Di fikrê Abdullah Ocalan de aştî û istiqrara Rojhilata Navîn" bû. Bi vî awayî min dikarîbû rêberekî rewşenbîr û siyasetmedar keşf bikim ku xwediyê nêrîneke berfireh e û bingeha wê jî pêkanîna mirovahiya mirovan li ser rûyê erdê ye. Mafdar e ku wekî fîlozofê serdemê were hesibandin."

Rêber Ocalan destnîşan dike ku azadiya civakê bi azadiya jinan û bidestxistina hemû mafên wê yên rewa ve girêdayî ye û avakirina civakeke azad tenê bi azadiya jinan pêkan e, hûn van nirxandinan çawa dibînin?

Eşkere ye ku Abdullah Ocalan di qonaxên cuda yên jiyana xwe de bi tecrubeyên têkoşînê yên curbecur re derbas bûye. Ev jî tiştekî xwezayî ye ku di jiyana wî ya navbera qonaxên ciwanî û kalbûnê de pêk were, yanî beriya ku helwesta xwe bide û nêzîkatiya sosyal-demokratîk hilbijêre ku xwe dispêre nêrîneke mirovî ya berfireh a ku mirov digihîne asta mirovatiyê û wekhevî û azadiya her mirovî pêk tîne.

Ji bo ku ev armanc pêk were em dibênin ku jineolojî an ku zanista jinan pêş xis. Lê gelo di civakên xwedî zihniyeta baviksalarî ya qayîm de, tevî ku maskên bi îdiayê azadiyê jî di nav civakên rojavayî yên kapîtalîst de heye  ku bi bedenên jinan di nav gel de bazirganiyê dikin û pereyan qezenc dikin, demokrasiya rastîn û wekheviyek rastîn pêkan e?

Ocalan jina ku wekî amûr tê dîtin  red dike, ji ber vê yekê em di çarçoveya şoreşa civakî û şoreşa jinan de banga guhertina hişmendiyan dikin, ew jî bi rêya tunekirina taybetmendiyên kevneperest ên li cem zilaman ku ji aliyê rejîma baviksalar a mêtinger ve pêk hatiye û bûye belaya serê mirovahiyê.

Di civakên ku jin tê de tê rojane rastî tundî, îstîsmar û bêparkirina ji mafên herî bingehîn tên, gelo mirov dikare behsa nifşê azad û zilamên azad bike?

Weke şertê bingehîn ê rizgarî û danîna têkiliyeke wekhev di navbera jin û mêr de, divê her kes xwe li gorî nirxên azadî û wekheviyê û xwerizgarkirina ji hemû bandorên kevneperestiyê ku bandorê li tevger û têkiliyên rojane dike, perwerde bike.  

Li beramberî îdeolojiyên fikrî û olî yên ku hişt fîlozofên kevn û pêxember jinan wek şax û zilam jî bingeh û esas bihesibînin, divê stratejiyek ji bo demokratîzekirina malbatê hebe ku di mêjiyê wê de hatiye bicihkirin ku Hewa ji parsûyên Adem hatiye dinyayê, yan jî Athena keça xwedawend Zeus ji eniya wî ji dayik bûye. Ev jî gihaştiye wê astê ku êdî jin jî bawer dikin ku ew ji mêran kêmtir in, lewra ev dîtin bi demê re veguherî baweriyekê.

Eger teza Abdullah Ocalan ji bo civaka Kurd şoreşeke fikrî temsîl dike, ji bo civaka mirovahiyê ya li hemû cîhanê û ji bo bidestxistina mirovahiya mirov, nêrîneke stratejîk e.

Piştî şoreşa Tûnisê, li Rojhilata Navîn şoreş rabûn, lê piraniya wan armancên xwe bi cih neanîn. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingehê projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, rabû. Di vê şoreşê de jinan rola xwe ya pêşeng a rêvebirina civakî bi awayekî hevbeş bi dest xist. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Girîng e ku çarçoveya têgînan were diyarkirin. Divê em bi bîr bixin ku "Şoreşa Tûnisê" serhildana gel li dijî dîktatoriyê bû û dirûşma wê "kar, azadî, rûmeta nîştimanî” bû.

Ma dibe em behsa şoreşê bikin bêyî ku stratejiyeke diyar û planeke rêvebirinê ji bodemeke nêzî, navîn û dûr di çarçoveya plana şorşgerî û rêveberiyekê de hebe ku ji aliyê girse ve were qebûlkirin û karibe wê bi rêve bibe?  Di vê çarçoveyê de divê em "Şoreşa Tûnisê" û Şoreşa BAkur û Rojhilatê Sûriyê bînin ber hev. Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteke cûda û nêrîneke felsefî ya diyar esas girt. An ku felsefeya neteweya demokratîk de girt ku encama lêkolînên bi salan a ji bo kontrolkirina taybetiyên civakê yên ku civaka Kurd li herêmên cuda yên Kurdistanê dixwestin, nîşan da.

Di serhildana Tûnisê de nêrîneke şoreşgerî tune bû, vê yekê nehişt ku hêzên demokrat ên modern kom bikin da ku bingeheke xurt ji bo sîstemeke demokratîk a nûjen demokratîk deynin. Di encamê de dijminên azadî, demokrasî û wekheviyê de yên komên îslama siysî dest danîn ser desthilatên qanûnsaz, rêveber û dadwerî.

Va em di bin ebaya bermahiya deh salên reş ên ji kontrola îslama siyasî de ne û belavbûna di navbera aliyên cûda yên demokrat de dewam dike. Sedema vê yekê nêrîn tune ye.

Eşkere ye ku emperyalîzma gerdûnî di diyarkirina vê rewşê de bi ferzkirina Îslama siyasî de roleke sereke lîstiye.

Tevî nezelaliya rewşê û nebûna nêrîneke berfireh li ser şoreşa Tûnisê, tevgera jinan li Tûnisê, di deh salên borî de hewl da ku bi hev re refan nêzî hev bide da ku li hemberî hemû hewldanên ku zirarê bidin mafên ku bi dest xistine, bisekinin û van mafan di destûrê de misoger bikin û pêş bixin. Ev tevger hêzek zextê ji bo bidestxistina armancên azadî, demokrasî, wekhevî û rûmeta mirovan bû.

Bi deh hezaran jinan li kolanan xwepêşandan kirin û hejmareke mezin a mêrên demokrat piştevanî dane wan. Lê felsefeya şoreşê, rêvebirina şoreşê û bernameya şoreşê bi awayekî berfireh nehatin diyarkirin. Di felsefeya şoreşa jinên Kurd de pevguhertina ezmûn û pisporiyên cur bi cur hebûn ku rê dide hêzeke herêmî û cîhanî ku bikare hemwelatîbûn û civakên wekhev li welatên me ava bike.

Rêber Ocalan ji têkoşerên kêm ên cîhanê ne ku azadiya jinan bingehê têkoşîna xwe girtine. Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî ku gelek dewletên cîhanê û herêmê beşdar bûn, hat girtin û ji sala 1999ʹan ve di hucreyeke yekkesî de hatiye ragirtin û zextên giran li ser wî tên meşandin. Hûn van zextan çawa şîrove dikin?

Diyar e ku berjewendiyên hêzên kapîtalîst û emperyalîst bi hêzên rizgariyê yên cîhanê re bi nakok in. Ya ku îslama siyasî li Tûnisê ferz kiriye û serweriya DAIŞʹiyan a li herêma Rojhilata Navîn mînaka vê yekê ye.

Heke Ocalan nêrîneke civakî ya ronakbîr a felsefî ku li aliyekî azadiya takekesî û azadiya civakê armanc dike û li aliyê din jî projeyek siyasî ya pratîkî ya ku dixwaze rastiyê biguherîne bike yek, wê demê ev yek ji bingehê perspektîfa kapîtalîst a emperyalîst xetereyeke li ser berjewendiyên rojava di asta xwe ya aborî û siyasî de çêdike.

Projeya Abdullah Ocalan ji bo zanekirin û guhertina hiştmendiyan e. Ev guhertin zihniyeta koledarî ya ku rojava li ser welatan dimeşîne û berhemên wan ên xwezayî û mirovî keysbaz dike, teşhîr dike.  Heger têkiliyan di navbera qadên siyasî, civakî û mirovî de çêbikin, wê encamên zihniyeta baviksalarî ya serdest a ku di kûrahiya mejiyan de hatiye rûniştandin û li hemberî jinan, her wiha li hemberî welatên lawaz hatiye ferzkirin, derkevin holê.

Heke taybetmendiya fikrên Ocalan ên rizgarkirina Rojhilata Navîn girêdayî rizgarkirina jinan be, dijbertiya hêzên kapîtalîst a li kesayetî wê du qat zêde dibe. Her wiha hêzên paşverû yên serdest ên li herêmê dijbertiya wî dikin. Ev faktor dihêle ku felsefeya Ocalan wekî xetereyek li ser berjewendiyên rojava û zîhniyeta mêran a paşverû be. Ragirtina Ocalan ji zêdetirî 20 salan ve di hucreyeke takekesî de û zextên giran ên li ser wê têne ferzkirin, vê yekê şîrove dike.

Cihê mixabiniyê ye ku parêzvanê mirovatiya mirovan Ocalan wekî girtiyekî siyasî mirovatiya wî were binpêkirin. Lîder Nelson Mandela wekî birêz Îsa û Mûsa, Mandelayê Rojhilata Navîn wesif kir. Her wiha filistîneyên ku di sala 2016ʹan de beşdarî hevdîtinê bûbûn, wî bi birayê lîder Yasir Erefan bi nav kir, ji ber ku qurbaniyê îstîxbarata Îsraîlê ye.

(hs)

ANHA