Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêjeyê dest pê kir

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêjeyê li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo dest pê kir.

Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêjeyê dest pê kir
Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêjeyê dest pê kir
Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêjeyê dest pê kir
Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêjeyê dest pê kir
Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêjeyê dest pê kir
Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêjeyê dest pê kir
Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêjeyê dest pê kir
11 cotmeh, 2022   18:36
QAMIŞLO

Gelek kesayetên hunerî, wêjeyî ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, nûnerên saziyên civaka sivîl ên Qamişlo tev li mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîr Hikmet Hebîb bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê axivî û lidarketina mîhrîcanê li Desteya Çand û Hunerê pîroz kir.

Hebîb destnîşan kir ku mîhrîcan her sal di çarçoveya parastina çanda pêkhateyan, şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina civakeke demokratîk a azad de, li dar dikeve.

Hebîb diyar kir ku hunermendê nemir Osman Sabrî, ji bo doza gelê xwe tê koşiya, di siyasetê, wêje û çandê de kar kir da ku hêviyên gelê xwe pêk bîne ku ji ber sînoran û lihevkirinên navneteweyî ji mafên xwe bê par ma û parçe bû.

 Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û hêvî kir ku mîhrîcan bi ser keve.

Dûre endama Komîteya Amadekar a mîhrîcanê Botan Hoşî axivî û bernameya mîhrîcanê eşkere kir û got: “Dê sînevizyon, muzîk, çîrok, şevbuhêrk werin pêşandan. Her wiha dê navên kesên di romanê de bi ser ketine, werin eşkerekirin.

Îro, sînevizyonek têkildarî kurtejiyana hunermendê nemir Osman Sabrî hate pêşandan. Piştre koma Hîlala Zêrîn berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.”

Di dawiyê de çîrokên di mîhrîcana borî de bi ser ketine, bi zimanê kurdî ya bi navnîşan “Tabûta vala” ji aliyê nivîskar Selam Hisê ve û çîroka bi zimanê erebî ji ya binavnîşan “Istîxasat fecir qetîl” ji aliyê nivîskar Ciwan Selo ve hat xwendin.

Her du nivîskaran çîrokên xwe îmze kirin û li beşdaran belav kirin.

Li gorî Komîteya Amadekar mîhrîcan wê sê rojan berdewam bike û dê 13`ê Cotmeha 2022`yan bi dawî bibe.

ANHA